19:38 24 Hezîran 2018
HDP

Demirtaş û Yuksekdag kuştina rêveberên AKPê şermezar kirin

© Foto : AA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag kuştina rêveberên AKPê şermezar kirin û ji malbatên wan re sersaxî xwestin.

Navenda Nûçeyan — Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag li ser kuştina Serokê AKPê yê navçeya Pîranê ya Amedê Deryan Aktert daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew ‘Cînayetên siyasî bi aweyekî tund şermezar dikin' û ji bo êrîşkaran jî diyar kirin ku nikarin bi ti awayî ji bo hedefgirtina rêveberên AKPê sedemên rewa pêş bixin.

Di daxuyaniya Demirtaş û Yuksekdag de tê destnîşankirin ku, bûna rêveberê partiyeke siyasî nabe sedema sûcdarî û hedefgirtina ti mirovan.

Hevserokan di dawiya daxuyaniyê de dibêjin ku ew qetilkirina Deryan Aktert û siyasiyên beriya wî şermezar dikin û ji malbat û xizmên wî re sersaxiyê dixwazin.

Bi heman mijarî:

HPGê berpirsiyariya kuştina rêveberê AKPê girte ser xwe
Li Wanê Cîgirê Serokê AKPê hat kuştin
HDPê bang li Hikûmeta AKPê kir: Dest ji polîtîkayên şer berdin
Ahmet Budakê namzedê AKPê li Şemzînanê hat kuştin
Li Wanê li dijî polîsên li pêş avahiya AKPê êrîş pêk hat
Etîketan:
cînayetên siyasî, HDP, AKP, Figen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş, Deryan Aktert, Amed, Pîran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de