18:44 15 Kanûn 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan û Vladimîr Pûtîn

    Hevdîtina Pûtîn û Erdogan dest pê kir

    © Sputnik/ Michael Klimentyev
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan gihîşte Koçka Mabeynê.

    Stenbol — Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan gihîşte Koçka Mabeynê.

    Piştî vekirina axaftina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a Kongreya Enerjî ya Cihanê ya 23yemîn li Stenbolê herdu cûda cûda ji bo hevdîtina dualî derbasî Koçka Mabeynê bûn.

    Hevdîtina Pûtîn û Erdogan a rû bi rû li Koçka Mabeynê piştî krîza navbera Rûsya û Tirkiyeyê ya xistina balafira rûsî ev cara sêyemîn e. Herdu serok cara ewil di 9ê Tebaxê de li bajarê Saint Petersburga Rûsyayê û cara duyemîn jî di 9ê Îlonê de di Zîrweya G20 a li bajarê Hangzhouya Çînê hevdîtin kiribûn.

    Hevdîtina heyeta Rûsya û Tirkiyeyê li Koçka Mabeynê
    © Sputnik/
    Hevdîtina heyeta Rûsya û Tirkiyeyê li Koçka Mabeynê

    Hevdîtina herdu serokan saet li 17.00an û ji çapemeniyê re girtî dest pê kir.

    Bi heman mijarî:

    Novak: Em dixwazin peymana Herka Tirk, beriya hevdîtana Pûtîn û Erdogan amade be
    Kremlîn, rojeva Pûtîn û Erdogan a Stenbolê eşkere kir
    Pûtîn û Erdogan li ser Sûriyeyê hevdîtin kirin
    Dibe Pûtîn û Erdogan carek din li Rûsyayê hevdîtin pêk bînin
    Pûtîn û Erdogan li ser Sûriyeyê axivîn
    Etîketan:
    Kongreya Enerjî ya Cîhanê, Serokomarê Tirkiyeyê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Recep Tayyip Erdogan, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de