11:56 27 Nîsan 2018
    Operasyon - artêşa tirk - leşkerên tirk - şer - pevçûn - leşker

    Li Farqînê êrîş: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da

    © Foto: Yeni Ozgur Politika
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçeya Farqînê ya Amedê li hemberî leşkeran êrîşeke bi roket pêk hat. Di encamê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da 6 leşker birîndar bûn.

    Amed — Li navçeyê Farqînê ya Amedê, li hemberî leşkerên ku amadekariya operasyonê dikirin êrişeke çekdarî pêk hat. Li gorî zanyariyên pêşîn leşkerekî jiyana xwe ji dest da û 6 leşker jî birîndar bûn. Hate zanîn ku leşkerî jiyana xwe ji dest daye fermandarê tîmê ye.

    Piştî êrîşê gelek ambulans çûn ciyê bûyerê û leşkerên birîndar rakirin nexweşxaneyê.

    Di vê navberê de Walîtiya Amedê bi daxuyaniyekê nûçe piştrast kir. Walîtiyê got ku li hemberî leşkerên wê derketina operasyonê êrîş pêk hatiye û di encamê de leşkerekî jiyana xwe ji dest daye û 6 leşker jî birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    Li Şemzînanê êrîş: 10 jê leşker, 18 kesan jiyana xwe ji dest da
    PKKê li Colemêrgê êrîş kir: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
    Li Sêrtê êrîş
    Li Sêrtê êrîş
    Li Wanê êrîş li trenê hat kirin: Makînîst birîndar bû
    Etîketan:
    ambulans, roket, leşker, Farqîn, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de