18:29 25 Hezîran 2018
Nexweşxana Dewletê ya Colemêrgê

Walîtiya Colemêrgê: "Di êrişa Şemzînanê de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest da"

© Foto : AA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Walîtiya Colemêrgê derheqê êrişa duhî ku bi wesayîteke bombekirî pêk hatibû de ragihand ku di êrişê de 10 leşker û 5 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Colemêrg — Walîtiya Colemêrgê derheqê êrişa duhî ku bi wesayîteke bombekirî pêk hatibû de ragihand daxuyaniyeke cûda da û got: "Di êrişa wesayîta bombekirî de 1 je hemwelatiyê îranî bi tevahî 5 sivîlan jiyana xwe ji dest da. " Lê Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim di axaftina xwe ya duhî de gotibû 8 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin: "Her çikas duhî hejmara kuştiyên wekî 8 kesan hatibe dayîn jî, lê paşî li gorî lêkolînên berfirek û qeydiyên nexweşxaneyê yek jê hemwelatiyê Îranê bi navê Şemsettin Resai û 4 welatiyên tirk bi navê Bahri Firat, Oguz Uysal, Sinan Erbaş û Selami Çevik jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniya walîtiyê, ji birîndaran 5 leşker û sivîlek piştî dermankirinê hatine şandin, 8 leşker û 12 sivîlên jî li nexweşxaneyên Wan û Colemêrgê dermankirina wan didome.

Bi heman mijarî:

Qeyûmê Şaredariya Colemêrgê kilît li deriyê mizgeftê xist
Operasyona leşkerî ya li Colemêrgê dewam dike
PKKê li Colemêrgê êrîş kir: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
Li Colemêrgê Qeza: 4 mirî û 11 birîndar
Li Colemêrgê gelek herêm hatin qedexekirin
Etîketan:
Serokwezîrê Tirkiyeyê, Êrişa wesayîta bi bombeyî ya Şemzînanê, Walîtiya Colemêrgê, Binali Yildirim, Colemêrg, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de