03:39 19 Hezîran 2018
Milîtanên El-Nusrayê li Idlibê

Cîhadîst ketin qirika hev: Du fermandarên Ehrar El-Şamê hatin kuştin

© REUTERS / Mohamad Bayoush
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Rêxistina Ehrar El-Şamê ya ku ji aliyê El-Qaîdeyê ve hatiye damezirandin û rêxistina Cund El-Eqsayê ya ji El-Nusrayê veqetiyaye, ji ber DAIŞê ketin qirika hev. Di wê pevçûnê de, Cund El-Eqsayê du fermandarên Ehrar El-Şamê kuştin û alozî hîn berdewam dikin.

Hikmet Durgun

Navenda Nûçeyan —Hat ragihandin ku li bajarê Idlibê yê li bakurê Sûriyeyê, alozî di navbera Ehrar El-Şamê ya ku ji aliyê El-Qaîdeyê ve hatiye damezirandin û rêxistina Cund El-Eqsayê ya ji El-Nusrayê veqetiyaye berdewam e.

DUh piştî êrîşa DAIŞê li ser kampa Atmeyê, Ehrar El-Şamê bi binasiya alîkirina DAIŞê endamên Cund El-Eqsayê girtin. Ehrar El-Şam diyar dike ku wan hinek kes di nava Cund El-Eqsayê tesbît kirine ku têkiliyên wan bi DAIŞê re hene lê El-Eqsa vê tawanê qebûl nake.

Duh di êrîşa li ser kampê de du fermandarên Ehrar El-Şamê li gel dadwerekî ASAyê hatibûn kuştin. Piştî vê El-Şamê Eleqsa tawanbar kiribû û hinek endamên wan giritn.

Herwiha di vê dema ku alozî di navbera herdûyan de berdewam dike, El-Nusra û El-Fetih ketin navbera wan.

"HETA NIHA BÊDENGIYA ME, JI BO GELÊ SÛRIYEYÊ BÛ…"

Piştî girtinê, di navbera herdû aliyan de alozî girantir bûn û El-Eqsa du fermandarên Ehrar El-Şamê kuştin û hinek ji wan birîndar kirin.

Ji aliyê din ve, Cund El-Eqsayê Ehrar EL-Şam tawanbar kir ku ya dawî piştî şerê Hemayê helmetên xwe li dijî wan zêde kirine û eger rewş wiha berdewam bike, ew ê qet bêdeng nemînin û eger heta niha bêdeng mabin jî, sedema wê berjewndiyên gelê Sûriyeyê bû.

Cund El-Eqsa ji aliyê Ebdil Ezîz Qeterî hatibû damezirandin û ji rêxistina Artêşa El-Fetihê veqetiyabû ji ber şerê wê li dijî DAIŞê ku El-Eqsa li dijî wê derdikeve.

 

Bi heman mijarî:

Malbatên HPGyî: "Kiryarên dewletê, DAIŞ û El-Nusra heman tişt in"
Sûriye: Îsraîlê alî El-Nusrayê û Amerîkayê jî ya DAIŞê kir
Li Înguşetiyayê yek jê nûnerekî DAIŞê bi tevahî 6 terorîst hatin kuştin
DAIŞê bi çekên kîmyewî êriş kir
Pêşmergeyan terorîstên DAIŞê topbaran kirin û gelek terorîst kuştin
Bajarokê stratejîk ji destê DAIŞê hat derxistin
Etîketan:
fermandar, êrîş, DAIŞ, ASA, El-Nusra, Ehrar el Şam, Hema, Idlib, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de