18:07 21 Sibat 2018
Zindî
    Gerd Muller û Ali Yerlikaya

    Wezîrê alman li Dîlokê got: "Em piştgiriya Tirkiyeyê dikin"

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Geşepêdan û Ekonomî ye Almanyayê Gerd Muller ragihand ku di mijara penaberên Sûriyeyê de Berlîn piştgiriya Tirkiyeyê dike.

    Dîlok — Wezîrê Geşepêdan û Ekonomî ye Komara Federal a Almanyayê Gerd Muller ji bo dîtina kampên penaberên Sûriyeyê yên li sînorê Tirkiyeyê bi heyetekê re serdana Walîtiya Dîlokê kir. Muller di serdana xwe de ragihand ku di mijara penaberên Sûriyeyê de Berlîn piştgiriya Tirkiyeyê dike.

    Gerd Muller li Dîloke ji terefê Walî Ali Yerlikaya ve hat pêşwazîkirin û ji walî derheqê rewşa penaberan de agahî wergirtin.

    SERKEFTINÊN MEZIN TÊNE BIDESTXISTIN

    Wezîrê alman di axaftina xwe ya çapemeniyê de got: "Di mijara penaberên Sûriyeyê de Almanya piştgiriya Tirkiyeyê dike. Li wir gelek serkeftinên mezin têne bidestxistin. Heke li wir karekî ku were kirin hebe em dixwazin bi Tirkiyeyê re hevpar bikin. Ez ê ji bo piştgiriya şaredariyên navçeyan jî hinek hevdîtinan bikim. Her wiha di mijara perwerdeya zarokên sûriyeyî de ku bikaribin ji sedî sed perwerdeya xwe bikin jî em dixwazin alîkariyê bikin."

    Di vê navberê de Waliyê Dîloke Ali Yerlikaya jî di axaftina xwe de got: "Derdora 350 sûriyeyî li kampên penaber ên herêmê dijîn û em dixwazin ji bo perwerdeya zarokan piştgirî were dayîn."

    Bi heman mijarî:

    Nûneriyên Almanya yên li Tirkiyeyê bi sedema metirsiyê hatin girtin
    Almanya: Plana agirbestê ya Rûsya-Amerîkayê ji bo Sûriyayê fersendek nû ye
    Almanya: "Vekirina Baregeha Încîrlîkê ji bo serbestiya vîzeyan dê bibe gaveke erênî"
    Almanya: Heke destûra Încîrlîkê neyê dayin em ê leşkerên xwe paş ve bikişînin
    Almanya: Ne tiştekî veşartî ye ku Tirkiye ne hevparekî hêsan e
    Etîketan:
    Serdana wezîrê alman a kampên penaberan, Waliyê Dîlokê, Wezîrê Geşepêdan û Ekonomiye yê Komara Federal a Almanyayê, Ali Yerlikaya, Ger Muller, Dîlok, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de