09:45 23 Hezîran 2018
HPG

HPG: ‘Her kî beşdarî operasyonan bibin, ew ji bo me hedef in'

© Foto : Lekolîn
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

‘Fermandariya Qada Zagrosê' ya HPGê aşkere kir ku li herêma Zagrosê çi leşker, çi hêzên paramîlîter her kî beşdarî operasyonan bibin wê ji bo hêzên wan bibin hedef.

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya ANFê, ‘Fermandariya Qada Zagrosê' ya Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyekê balkişand ser şerê li bajarê Colemêrgê û navçeyên wê û diyar kir k udi demên dawî de li van deveran şerekî gûr diqewime. HPGê di daxuyaniyê de dibêje ku artêşa tirk li hemberî wan teknolojiya leşkerî di asta herî bilind de bi kar tîne û li hin deveran jî cerdevanan û hin hêzên paramîlîter ên herêmî bikar tîne.

'DIXWAZIN KURDAN LI HEMBERÎ KURDAN BIDIN ŞERKIRIN'

HPG vê rewşê bi vî awayî dinirxîne ku artêşa tirk dixwaze windahiya leşkera kêm bike û kurdan li hemberî kurdan bikar bîne. Di vê çarçoveyê de HPG bang li cerdevanan û van hêzên paramîlîter dike ku beşdarî operasyonan nebin. Li gorî daxuyaniya HPGê çi leşker, çi jî ev hêzên paramîlîter her kî beşdarî operasyonan bibin wê ji hêzên wan re bibin hedef.

Di heman daxuyaniyê de HPG behsa pevçûna di 28ê Îlonê de li Geverê pêk hatiye dike û dibêje ku cerdevanan li pêşiya yekîneyeke wan dafik danîne, lê ji ber ku yekîneya wan ev rewş ferq kirine, şer derketiye. Li gorî daxuyaniya HPGê, di encama şer de 3 kesên cerdevan mirine û endamekî HPGê birîndar bûye. HPG wan nûçeyan jî diderewîne ku dibêjin wan êrîş biriye ser cerdevanên razayî û sere wan jê kiriye û dibêje ev ne rast e.

Bi heman mijarî:

HPG: 26 leşker li Sêrtê hatin kuştin
HPG derbarê şerê Qaqizmanê de daxuyanî da
FLAŞ ÎDIA - HPG: 3 firokeyên Skorsky hatin xistin û 10 leşker ji hatin kuştin
HPG: Li Çelê gelek leşker hatin kuştin, şer berdewam e
PKK: Heke ku rêvebiriya Rojava bixwaze wê HPG mudaxele bike
HPG: 'Çalakiya li Cizîrê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo hatiye kirin'
Etîketan:
hêzên paramîlîter, şer, cerdevan, Fermandariya Qada Zagrosê' ya Hêzên Parastina Gel (HPG), Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), colemêrg, Zagros, Gever
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de