11:40 22 Sibat 2018
Zindî
    AKP

    AKPê ji bo Xelata Nobelê bertek da

    © Foto: akparti.org.tr
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Cîgirê Serokê Giştî û Berpirsyarê Mafên Mirovan ên AKPê Ayhan Sefer bertek nîşan da ji ber Xelata Nobelê ya Aştiyê di şûna Kilîsê de hatiye dayîn bo Serokê Kolombiyayê Juan Manuel Santosê ku rêkeftina şerê 52 salan qedandiye îmze kiriye.

    Navenda Nûçeyan —Parlementerê Sakaryayê yê AKPê Ayhan Sefer ji bo bajarê Kilîsê yê ku ji hejma gelheya xwe zêdetir penaberan dihewîne serî li xelata Nobelê dabû. Piştî vê jî helmet ji Kilîsê bo piştgiriya vê serîldanê hatibûn. Piştî ku hat ragihandin, Xelata Nobelê ya Aştiyê çûye ji Serokê Kolombiyayê Juan Manuel Santosê ku rêkeftina şerê 52 salan qedandiye îmze kiriye, xelkê Kilîsê bertek nîşan da.

    DIVÊ JI BO BAŞIYA ME BI SÛRIYAN RE…

    Niştîcihên bajarê Kilîsê berteka xwe wiha nîşan didin: "Em wiha difikirin ku ev biryar siyasî ye. Ji hemara niştîcihên me zêdetir penaber li ba me hene. Herrojê moşek dikevin. Divê ji bo danûstendina me ya baş bi sûriyan re, wan xelatê bida  Kilîsê. Li gel ku niştîcihên Kilîsê daxwaza mafê xwe kiribû jî lê wan çû ew xelat da Serokê Kolombiyayê Juan Manuel Santos. Em dibêjin, ev biryar siyasî ye".

     

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê AKPê: "Rûsya û Tirkiyeyê hev temam dikin"
    Parlamenterê AKPê: "Divê Asli Erdogan negirtî were darizandin"
    Ji AKPê çend îstîfa
    Birayê parlamenterê AKPê ji doza FETO/PDYê hat girtin
    Parlementerê AKPê Ustun: Divê di nav AKPê de jî paqijî bê kirin
    Wekîlê HDPê Zeydan: AKPê xwe înkar kiriye
    Etîketan:
    Xelata Nobelê ya Aştiyê, FARC, AKP, Ayhan Sefer, Juan Manuel Santos, Kolombiya, Kilîs, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de