11:04 23 Hezîran 2018
hdp

HDPê nûçeya Sputnikê ji Wezîrê Berevaniya Tirkiyê pirsî

© Foto: AA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Parlamenterê HDPê yê Îdirê Mehmet Emin Adiyaman nûçeya Sputnikê ya derbarê êrîşa hewayî li ser Babê ji Wezîrê Berevanî ya Tirkiyê Fikri Işik pirsî.

Navenda Nûçeyan — Di 5ê Cotmehê de Endamê Meclisa Sûriyeya Demokratîk Rêzan Hedo ji Spûtnîkê re ragihand ku Hêzên Hewayî yên Artêşa Tirkiyeyê li herêma Babê ya li rojhilatê Helebê, 28 kes kuştine û bêtirî 100 kesî jî birîndar kirine. Ev nûçe ji hêla Parlamentere HDPê yê Îdirê Mehmet Emin Adiyaman ve weke pêşniyaznameyekê ji Wezîrê Berevanî ya Tirkiyê Fikrî Işir re pirsî.

Adiyaman li gel nûçeya Sputnikê herwiha behsa nûçeya ANHAyê û daxuyaniya Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov a Sûriyê jî dike. Pirsên Adiyaman ji Wezîrê Berevaniyê Fikrî Işik kirine wiha ne:

* Îdiayên ku nûçeyan de derbas dibin rast in?

* Li herêma navê wê derbas dibe, tê zanîn ku 120 gundên kurdan di bin kontrola DAIŞê de ne. Dema operasyonên hewayê tên çêkirin ji bo çi rewşa sivîlan di ber çavan re nayê girtin?

* Gelo hûn difikirin ku derbarê vê mijarê de daxuyaniyeke fermî bidin?

* Armanceke guhertina gel û guhertina demografik a herêmê ya van êrîşên li hemberî gundên kurdan heye an na?

Bi heman mijarî:

Artêşa tirk û ASA ketin El Babê
Etîketan:
operasyona hewayî, gundên kurdan, DAIŞ, Artêşa Tirk, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovên Sûriyayê, Sputnik, ANHA, Wezareta Berevaniya Tirkiyê, HDP, Rêzan Hedo, Fikri Işik, Mehmet Emin Adiyaman, Îdir, Heleb, Bab
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de