14:37 19 Sibat 2018
Zindî
    Tirkiye - al

    Balyozê Tirkiye yê Berlînê piştî 4 mehan vegeriya Almanyayê

    © AFP 2018/ BULENT KILIC
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hikumeta Tirkiyeyê, piştî biryara Parlamentoya Almanya ya 1915an (Komkujiya ermeniyan) Balyozê xwe yê Berlînê Karslioglu ji Almanyayê vekişandibû.

    Navenda Nûçeyan — Hikumeta Tirkiyeyê, piştî biryara Parlamentoya Almanya ya 1915an (Komkujiya ermeniyan) Balyozê xwe yê Berlînê Huseyin Avni Karslioglu ji Almanyayê vekişandibû. Hat ragihandin ku Karslioglu piştî 4 meh şûnde dîsa vegeriya

    Berlînê.Cîgirê Wezîrê Derve yê Almanyayê Markus Ederer di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew îro bi Balyozê Tirkiye yê Berlînê Huseyin Avni Karslioglu ku vegeriya Almanyayê re me hevdîtinek kir û vegera Karslioglu ji bo pêşxistina têkiliyan gaveke pir erênî ye.

    Vegera Balyozê Tirkiyeyê yê Berlînê Huseyin Avni Karslioglu piştî krîza biryara Parlamentoya Almanya ya komkujiya ermeniyan ji bo têkiliyên herdu welatan îşareteke erênî bû. Her wiha Tirkiyeyê meha borî destûra parlamenterên Almanyayê dabû ku serdana Baregeha Încîrlîkê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Almanya: Ne tiştekî veşartî ye ku Tirkiye ne hevparekî hêsan e
    Almanya ji ber darvekirina bertek da Tirkiye: Divê muzakere bêne rawestandin
    Almanya: ‘Tirkiye wekî lîstika mişk û pisîkê bi me dilîze'
    Almanya: Tirkiye li Bakurê Kurdistanê yasaya navnetewî binpê dike
    Parlamenterê Almanya: Erdogan ji bo Tirkiye û gelên cîhanê xeter e
    Etîketan:
    Têkiliyên Almanya û Tirkiyeyê, Balyozê Tirkiyeyê yê li Berlînê, Huseyin Avni Karslioglu, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de