06:44 18 Hezîran 2018
ahmet altan

Serdozgerî, ji bo heqareta li Erdogan 4 sal û 8 meh cezayê hepsê ji Altan re xwest

© Flickr
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ji bo heqareta li Erdogan ji salekê hetanî 4 sal û 8 mehan cezayê hepse ji nivîskarê girtî Ahmet Altan re xwest.

Stenbol - Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê di doza ku ji bo heqaret li Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kiriye ji salekê hetanî 4 sal û 8 mehan cezayê hepse ji nivîskarê girtî Ahmet Altan re xwest.

Ahmet Altan piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê bi birayê xwe akademisyen û nivîskar Prof. Dr. Mehmet altan re hatibû binçavkirin û bi îdîaya emdambûna rêxistina terorê, ji holêrakirina Komara Tirkiyeyê û teşebûsa astengkirina wezîfeye hatibûn girtinê.

Hat ragihandin kuSerdozgeriya Komarî ya Stenbolê di îdîanameya ku ji bo Altan re amade kiribû de cih da hevpeyvîneke Ahmet Altan ku di malpereke înternetê de hatibû belavkirinê. Dozgeriyê, di lêpirsîna ku derheqê hevpeyvîna Altan de vekiribû de îfadeya wî girt. Altan di îfadeya xwe de got: "Di hevpeyvînê de tu peyvên heqaretî tunene, tenê min rexne kirin."

Di îdîanameya derheqê Ahmet Altan de wiha hat gotin: "Şikber ji bo ku rojnamevan e divê bi awayekî berfireh ji azadiya îfadeyê sûdê wergire û mafê wî jî heye. Rojnamevan di heman demê de notirvanê gelemperî ye. Lê di azadiya îfadeyê de divê sînorê îtîbarê jî li ber çavan were girtin. Helbet divê azadiya îfadeyê pir fireh were girtin, lê di naveroka nivîsê de peyvên ku ji bo serokomar werin gotin sînoran derbas dike û dibe heqaret."

Bi heman mijarî:

Rojnameger Ahmet Altan hate girtin
Ahmet Altan hat desteser kirin
Ji bo Ahmet Altan biryara girtinê hat dayîn
Ahmet û Mehmet Altan şandin dadgehê
Ahmet û Mehmet Altan îro derdikevin pêşberî dadger
Etîketan:
Rojnamevanê navdar, Serokomarê Tirkiyeyê, Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê, Recep Tayyip Erdogan, Ahmet Altan, Stenbol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de