16:35 22 Hezîran 2018
IMC TV - Hayatin Sesî

Li Tirkiyê bi hezaran xebatkarên çapemeniyê bê kar mane

© AFP 2018/ Ozan Kose
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Bi girtina girtina 23 televizyon û radyoyan re, hejmara xebatkarên çapemeniyê yên ji hewldana derbeya 15ê Tîrmehê û heta niha ji kar hatine avêtin gihişte 3 hezarî.

Stenbol — Piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê li Tirkiyê bi dehan kanalên televizyonê û radyo hatin girtin. Bi girtina van televizyon û radyoyan re bi hezaran xebatkar jî bê kar man. Herî kêm 23 televizyon û radyo di çarçoveya KHKê de hatibûn girtin û li gorî zanyariyên rêveberên van kanalan dane, di TV10ê de 50, di Hayatin Sesi de 28, di İMC TVyê de 120, di Van TVyê de 35, di Zarok TVyê de 20 û di Azadî TVyê de 30 xebatkar bê kar mane.

'DEST DANÎN SER 5 MILYON TLYÊ TELEVIZYONAN'

Herwiha li gorî lêkolîna Sendîkaya Basin-İşê ya DİSKê ku di meha tebaxê de hatiye çêkirin, di dezgeyên çapemeniyê de 2 hezar û 308 kes bê kar mane. Serokê Basın-İşê û Koordînatorê Nûçeyan ê İMC TVyê Faruk Eren tevlî girtina televizyon û radyoyên di demên dawî de hejmara kesên bê kar 3 hezarî derbas kiriye.

Li gorî daneyên Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyê (TGS) jî herî kêm 10 hezar xebatkarên çapemeniyê bê kar mane.

Weke tê zanîn kelûpelên Hayatin Sesi, TV10 û İMC TVyê dabûn TRT yê. Li gorî zanyariyên ku rayedarên televizyonan her sê televizyonan di encama destdanîna kelûpelan de nêzîkî 5 milyon TL winda kirine.

Bi heman mijarî:

Kelûpelên İMC TVyê wê bidin TRTê
Rêxistinên rojnamegeran: Bila biryara girtina tv û radyoyan bi paş de were kişandin
Polîsan bi ser Denge TV û Van TVyê de girtin
RTUKê hişyarî da Ozgur Gun TV û Van TVyê
Ozgur Gun Tv hate astengkirin
Etîketan:
bêkar, xebatkarên çapemeniyê, televizyon, Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK), Azadî TV, Van TV, Zarok TV, Biryarnemeya di Hiqmê Qanûnê (KHK), Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyê (TGS), TRT, Basın-İş, Televizyona Hayatin Sesi, IMC TV, TV10, Faruk Eren, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de