17:10 19 Hezîran 2018
İMC TV / Banu Güven

HRW: Li Tirkiyê dawîya rojnamegeriya rexneyî hat

© REUTERS / Huseyin Aldemir
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

HRW piştî girtina 23 televizyon û radyoyan diyar kir ku li Tirkiyê dawiya rojnamegeriya rexneyî hat.

Navenda Nûçeyan — Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a navdewletî (HRW) derbarê girtina radyo û televizyonên muxalif ên li Tirkiyê peyamek weşand.

HRWê di daxuyaniya xwe de balê dikişîne ser girtina 8 kanalên televizyonê yên nîvenda wan li ser bûyerên di rojevê de û dibêje ku ‘Li Tirkiyê dawiya rojnamegeriya rexneyî hat'.

Di heman daxuyaniyê de tê gotin ku lêferzkirina sansüre ya piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê k udi bin navê Rewşa Awarte de hikûmetê li ser medyayê bi hinceta ‘ewlekariya milî' pêk tîne mafê sînordariya rewa derbas kiriye û azadiya ramanê binpê kiriye.

Dîrektora Tirkiyê ya HRWê Emma Sinclair-Webbê jî diyar kir ku girtina kanalên radyo û televizyonên piştgiriya partiyên muxalif, kurd û elewiyan dikin, dide xuyakirin ku veger ber bi rojên berê heye û hikûmet naxwaze ji bilî televizyon û radyoyên xwe nûçe bên belavkirin.

Bi heman mijarî:

Polîsan bi ser Denge TV û Van TVyê de girtin
RTUKê hişyarî da Ozgur Gun TV û Van TVyê
Yekem televizyona kurdî ya zarokan hat girtin
Kelûpelên İMC TVyê wê bidin TRTê
Polîsan girt ser Televizyona Hayatin Sesi û IMC TVyê
Malpera IMC tvyê hat estengkirin
Etîketan:
girtina televizyon û radyoyan, Hikûmeta Tirkiyê, Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan(HRW), Emma Sinclair-Webb, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de