02:26 26 Sibat 2018
Zindî
    Ban Ki mon

    Ban ki Moon li ser rewşa mafên mirovan li Îranê nîgeran e

    © Foto: AA/ Cem Özdel
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki Moon nîgeraniya xwe nîşan da ji ber têkçûna rewşa mafên mirovan li Îranê, bi taybetî ji ber bidarvkirin, sizaya qamçîkirin, girtinên ketober, darizandinê ne dadmend û domandina zordariyê li ser kêmnetewe û olên cuda li wî welatî.

    Navenda Nûçeyan —Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki Moon di raporta xwe ya salane de rexneyên tund li Îranê girtin ji ber binpêkirina azadiya sivîl, girtina çalakvanên sivîl û cudakariya li ser jin û kêmneteweyan tê sepandin.

    Li gorî raportê, Îranê di şeş mehên dawî yên sala 2016an de, bi kêmasî 200 kes bi dar vekirine û sedema sereke ya van bidarvekirinan, tawana bikaranîna madeyên hişber e ku dihesibe yek ji mezintirîn tawanan li Îranê.

    Herwiha Moon diyar kir ku darizandinê li dadgehên Îranê pêk tên lezgîn û kurt in û ne li gorî pîvanên darizandina navdewletî ne û rexneyên tund li bidarvekirina kesên ji 18 salan biçûktir girtin.

    "BEHSA JINA KURD, ZEYNEB CELALIYANÊ KIR"

    Sekreterê NYyê bal kişand ser êşkence û refeterên nebaş li dijî girtiyan bi giştî û yên jin bi taybetî û behsa çalakvana kurd Zeyneb Celaliyanê jî kir ku gelek lêdan xwaribû û gelek êşkence lê hatibû kirin û hindik mabû,, kor bibe.

    Herwiha Ban Ki Moon behsa binpêkirina mafên penaberan û cudakariya li dijî kêmenetewe û olên cuda li Îranê jî kir.

     

    Bi heman mijarî:

    Erdogan û Ban Ki-Moon hevdîtin pêk anîn
    Ban Ki-Moon: Rûsya di qada navdewletî de roleke girîng dilîze
    Pûtîn, bi Ban Ki-mun û Juncker re çi axivî?
    Ban Ki-Moon: Divê di şûna dîwaran de, em piran ava bikin
    Putînî nîşana dostaniyê da Ban Ki-Moonî
    Bernameya Ban Ki-moonî ya Hezîranê Şingal e
    Etîketan:
    Mafên mirovan, rexne, NY, Zeyneb Celaliyan, Ban Ki Moon, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de