02:14 18 Sibat 2018
Zindî
    Binali Yildirim

    Yildirim: "Daxuyaniyên Bexdayê bi xeter û pêşkav in"

    © Foto: AA/ Elif Öztür
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim derheqê krîza Başîqayê de daxuyaniyên hikumeta Bexdayê bi xeter û pêşkav şîrove kir.

    Navenda Nûçeyan - Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim derheqê krîza Başîqayê de daxuyaniyên hikumeta Bexdayê bi xeter û pêşkav şîrove kir û bersiv da Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û got: "Kî dibêje leşkerên tirk li Kampa Başîqayê pîknîkê dike, ma leşker pîknîkê dike? leşker tenê wezîfeya xwe dike. Leşkerê me li Başîqayê li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê ku bûye belaya serê cihanê tekoşînê dike."

    GELEK WELAT LI WIR JI BO ÎNSANIYETÊ TEKOŞÎNÊ DIMEŞÎNIN

    Binali Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev tekoşîna ku li Iraq û li Sûriyeyê li hemberî DAIŞê dimeşîne ne em tenê ne, hemû dewlet dikin. Neteweyên Yekbûyî, hêzên koalîsyonê, Amerîka, Rûsya û 60 welatên cihanê vî karî dimeşînin. Gelek welatên ku bi awayê fizîkî têkiliyên wan bi Iraq û Sûriyeyê re heye leşker, pisporên wan li ser navê însaniyetê vê tekoşînê birêve dibin. Lewra ez van daxuyaniyên Bexdayê yên wiha pir bi xeter û pêşkav dibinim. Artêşa me ne îro çûye wir, ji demeke dirêj de li wir e."

    Bi heman mijarî:

    Yildirim: "Hêza Tirkiyeyê wê li Iraqê bimîne"
    Dest danîn ser pasaportên rojnameger Yildirim û Başlangiç
    CHPê ji Yildirim pirs kir: "Çima Tirkiye tevlî aloziya Sûriyeyê dibe"
    Yildirim: "Tirkiye, li gorî cihanê di ekonomiye de duqat mezintir bû"
    Yildirim: "Yên ku xwestin zextê li Tirkiyeyê bikin, dersa xwe standin"
    Etîketan:
    Serokwezirê Tirkiyeyê, Leşkerên Artêşa Tirkiye li Kampa Başîqayê, Serokwezîrê Iraqê, DAIŞ, Binali Yildirim, Heyder Ebadî, Tirkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de