00:00 22 Sibat 2018
Zindî
    Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu: Beşdarbûna şîiyan di operasyona Mûsilê de aştiyê nayêne

    © Foto: AA/ Fatih Aktaş
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derve ya Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu got, beşdarbûna hêzên şîî di operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê ji DAIŞê dê aştiyê neyêne û teqez kir ku beşdarbûna hêzên Tirkiyeyê ew perwerde kirine ji bo serkeftina operasyonê gelekî giring e.

    Navenda Nûçeyan —Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu bi Wezirê Karê Derve yê Îspanyayê Jose Manuel Garcia-Margallo
     re civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xist û wiha got:

    * Serkeftina hêzên herêmî di operasyona li Cerablusê li ber çavan e, ji ber xwedîlêderketina herêmî giring e. Em dixwazin heman tiştî li Mûsilê jî bikin. Em ji bo şerê li dijî DAIŞê amade ne bi her awayî piştgiriyê bidin.

    * Bikaranîna milîsên şîî di operasyona Mûsilê de ku bi têgihiştineke mezhebî pêk tê, dê aştiyê neyêne Mûsilê; lê berovajî wê, dê kêşeyan zêdetir bike. Divê gelê Mûsilê neçar nemîne ku bijartinekê di navbera milîsên şîî û DAIŞê de bike.

    * Ew kesên me ew li Başîqayê perwerde kirine, mirovên Mûsilê bi xwe ne; ji bo serkeftina operasyonê gelekî giring e ku ew hêz beşdarî operasyona Mûsilê bibin. Hêzên welatên di hevpeymanê de jî dikarin piştgiriyê bidin wan û em ê wiha DAIŞê ji wir paqij bikin.

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Tirkiye nikare di operasyona rizgarkirina Mûsilê de daxwazên xwe lêferz bike'
    "Berî rizgarkirina Mûsilê, pêdivî bi rêkeftineke siyasî heye"
    Parêzgarê Nînewayê yê berê: Dibe şerê Mûsilê, Iraqê dabeş bike
    Iraq ji Erdogan re got: Destê xwe ji Mûsilê bikşîne
    Fermandarekî Pêşmerge: Nayê xwestin ku Tirkiye di operasyona Mûsilê de cî bigire
    Washington Post: Operasyona Mûsilê dê rageşiya li Iraqê zêdetir bike
    Etîketan:
    tirk, şîî, DAIŞ, mevlut çavusoglu, Jose Manuel Garcia-Margallo, Iraq, Mûsil, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de