14:04 22 Hezîran 2018
Bajarê Helebê

Bi hawanan êrişî otela ku rojnamevanên rûsî lê diman kirin

© AP Photo / Bassem Tellawi
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li bajarê Heleba Sûriyeyê milîtanan bi top û hawanan êrişî otela ku rojnamevan û nûnerên sazî û dezgehên navneteweyî lê diman kirin.

Heleb — Li gorî nûçeya televîzyona kanala Perviya ya rûsî, nûçegihanê kanala Perviyayê jî di nav de otela ku rojnamevan û berpirsên Neteweyên Yekbûyî lê diman ji terefê grûbên terorîst ve bi top û hawanan hat bombebarankirin.

Hat ragihandin ku milîtanên grûbên terorîst bi tevahî 6 guleyên top û hawanan avêtine otel û derdora otele. Li gorî zanyariyên berdest yek ji guleya hawanê rastî avahiya otele hatiye.

Êrişa grûbên terorîst a li hemberîr otelê nêzî nîv saetê domand û tu agahiyên ku di bûyerê kuştî û birîndar çêbûne an nehatin bidestxistin.

Bi heman mijarî:

'DYA bo standina Helebê ya Esad asteng bike, çi ji dest bê wê bike'
Êrişa konvoya alîkariya însanî ya Helebê xapandin bû
YPG:"Balafirên Tirkiyeyê 28 sivîl li Helebê kuştin"
Sedema biryara Amerîkayê 200 perwerdekarên Rojavayî ku li Helebê asê mane ye
Li Helebê şerên dijwar: 16 sivîl jiyana xwe ji dest dan
Etîketan:
Berpirsên Neteweyên Yekbûyî, Nûçegihane kanala Perviya, Êrişa grûbên terorîst a Helebê, Helebê, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de