14:48 25 Sibat 2018
Zindî
    Tankên artêşa Tirk

    Artêşa tirk: 9 muxalifan jiyana xwe ji dest da, 32 muxalif jî birîndar bûn

    © Foto: Sputnik / Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hêzên Çekdar ên tirk (TSK) aşkere kir ku li hemberî 49 hedefên DAIŞê êrîş pêk anîne û di şer de 9 muxalifan jiyana xwe ji dest dane, 32 muxalif jî birîndar bûne.

    Navenda Nûçeyan — TSKê derbarê di 45emîn roja Operasyona ‘Mertalê Feratê' de daxuyaniyek belav kir. Li gorî vê daxuyaniyê li herêma Ezaz û Raî yê, hêzên muxalif ên di bin navê Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA) ji bejayî û hewayî êrîş birine ser DAIŞê û li piraniya herêma Aktarînê kontrol bidest xistine. Herwiha hate diyarkirin ku li vir li hin ciyan şer û pevçûn di navbera muxalifan û DAIŞê de berdewam dikin.

    Di heman daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin ku di encama şer de 9 muxalif mirine û 32 muxalif jî birîndar bûne lê ji artêşa tirk ti kes nemirine an jî birîndar nebûne. TSKê destnîşankiriye ku li hemberî 49 hedefên DAIŞê 153 topên Fırtınayê, 116 topên ÇNRAyê û 9 topên tankê hatine avêtin. Dîsa gelek deverên di bin kontrola DAIŞê de ji hêla balafirên şer ên artêşa tirk ve hatine bombebaran kirin û komeke terorîstên DAIŞê hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Tirk: 15 endamên ASAyê jiyana xwe ji dest da
    Artêşa Tirk ji bo sînorê Sûriyeyê tank û wesayitên zirxî hatin şandin
    Artêşa Tirk: 40 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
    'Heke ku ASA têrê nekê wê Artêşa tirk ji bo Babê 41 hezar leşkaran bişîne'
    Artêşa tirk: Me li 67 hedefên DAIŞê dan
    Etîketan:
    birîndar, mirin, şer, Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA), DAIŞ, 'Operasyona Mertalê Feratê', Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK), Sûriye, Rojava, Aktarîn, Raî, Ezaz
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de