11:01 20 Hezîran 2018
esad

Esad: Gelo çima Tirkiye, Erebistana Siûdî û Qeterê ev tawan kirin

© REUTERS
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad li ser pirsyara bê gelo çi tê bîra wî gava wêneyên zarokên sûrî yên kuştî dibîne got: "Ez ji xwe dipirsim, gelo çima Tirkiye, Erebistana Siûdî û Qeterê ev tawan kirin?"

Navenda Nûçeyan -Esadê ku televizyona Danimarkayê TV2 xist nav koma saziyên medyayê yên ku hevpeyvînê bi wan re kiriye got, rola Tirkiyeyê pevçûnên Sûriyeyê de hebû".

"GELO DIKARIM ÇI BIKIM, HEMAN TIŞT NEYÊ MIROVÊN BÊTAWAN"

Serokê Sûriyeyê Beşar Esad diyar kir ku ew wek bav gelekî xemgîn dibe gava wêneyên zarokên sûrî yên di bin kavilan de dibîne û wiha pê de çû:"…gava hûn van zarokên kuştî dibînin. Hûn ji xwe re difikirin  gelo çima? Çima terorîstan ev tişt kir? Gelo çima Erebistana Siûdî, Qeter û Tirkiyeyê ev tawan kirin?"

Herwiha Esad derbarê van wêneyan de wiha jî pirsî: "Gelo çima welatên rojavayî, bi taybetî Amerîka û hevalbendên wê yên Ewropayê, piştgirî da van terorîstên ev tawan kirin?" û dûre axiftina xwe wiha dewam kir: "Helbet wek serokê dewletê tiştê duyem ê tê bîra min ew e, gelo em ê çawa bikarin zarokên sûrî û gelê sûrî biparêzin:"

EGER SEDEM EZ BÛMA, NE 2011AN DE LÊ…

Ji aliyê din ve, Esad ew îdîayên ku sedema şerê li Sûriyeyê ew e, red kirin û wiha axivî: "Ez ne sedemeke şerî me. Eger wisa bûya, divê vî şerî di sala 2000ê de dest pê bikira, ne sala 2011an di dema ku Qeter û Erebistana Siûdî pere rijandin ta ku desthilatên ne bi dilê xwe bişînin."

Herwiha pirsyara "gelo tu ne yek ji sedemên berfirehbûna şerî yî jî?" jî ji Esad hat kirin û wî wiha bersiv da: "Li gorî gotinên we, terorîst ne berpirsyar in û mirovên gelekî aştîxwaz in. Ew pereyên ji Tirkiye, Qeter û Erebistana Siûrî tên, gelekî qanûnî ne û ne armanc in. Ka em bibêjin, rojeva Amerîkayê hemû Pêdiviyên gelê Sûriyeyê dabîn dike. Ev qet ne rasteqîn e".

 

 

 

Bi heman mijarî:

Endamê alîkariya serokatiyê yê komarparêz: Divê DYA li hêzên Esad bide
"Kerry ji dijberiya Sûriyeyê re: Divê Esad beşdarî hilbijartinên serokatiyê bibe"
Eger operasyonên Rûsyayê nebûna ne Esad ne jî Sûriye dimaniyan
‘Hedefa sereke ya DYAyê têkbirina Esad e'
Lavrov: "Amerîka lêborîn ji Esad xwest"
Etîketan:
zarok, sivîl, sûrî, Beşar Esad, Danîmarka, Erebistana Siûdî, Qeter, Tirkiye, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de