06:46 20 Sibat 2018
Zindî
    İnan Kizilkaya

    Rojnamevan Kizilkaya: "Li Girtîgeha Silivriyê îşkence li min kirin"

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnamevan û Derînendeyê Rojnameya Ozgur Gundemê İnan Kizilkaya di daxwaznameya xwe ya ku da dadgehê de ragihand ku li Girtîgeha Silivriyê rastî îşkenceyê hatiye.

    Stenbol — Rojnamevan û Derînendeyê Rojnameya Ozgur Gundemê İnan Kizilkaya di daxwaznameya xwe ya ku da dadgehê de ragihand ku li Girtîgeha Silivriyê rastî îşkenceyê hatiye. Kizilkaya, gardiyanên Silivriyê bi zorê bi awayê tazî li ser min geriyan, ez û Bilir Kaya em dibin tecrîdeke giran de ne.

    Li gorî rojnameya Cumhuriyetê, İnan Kizilkaya di îfadeya xwe ya ku ji Dadgeha Cezaya Giran a 14emîn de gotiye: "Dema em hatin dadgehê wezîfedarên dadgeh û gardiyanan ji me re gotin ‘ hûn hemû terorîst in, hûn ne rojnamevan in.'

    RÛNIŞTINA DADGEHÊ HETANÎ 24Ê MIJDARÊ HAT TALOQKIRIN

    İnan Kizilkaya, ji bo çûna wî ya dadgehê dihat astengkirin dadxwaznameyek pêşkêşî dadgehê kir. Kizilkaya di daxwaznameya xwe de got: "Ez li Girtîgeha Silivriyê rastî îşkenceya gardiyan û wezîfedaran hatim û li wir em di binê tecrîdeke giran de ne." Dadgehê jî li ser daxwaznameya Kizilkaya nivîsek ji Girtîgeha Silivriyê re şand û xwest ku Kizilkaya bi awayekî ewle bînin dadgehê.

    Bi heman mijarî:

    ÎHD: Kaya û Kizilkaya di bin mercên giran de ne
    Piştî êrişa karwana Kiliçdaroglu rojnamevan Ergun Babahan hate desteserkirin
    Polêsan bi ser mala rojnamevan Ragip Zarakolu de girt
    Zarokên Sûriyeyî dixwazin bibin rojnamevan
    CRA: 10 rojnamevan hatin kuştin, 24 rojnamevan jî hatin girtin
    TGDP: Li Tirkiyê 34 rojnamevan girtî ne
    Etîketan:
    Girtîgeha Silivriyê, Rojnamevan û Derînendeyê Rojnameya Ozgur Gundemê, Rojnameya Cumhuriyetê, İnan Kızılkaya, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de