19:16 23 Hezîran 2018
Murat Özyaşar

Nivîskar Murat Ozyaşar serbest hate berdan

© Foto : Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Nivîskar û mamoste Murat Ozyaşar li Amedê derket pêşberî dozgeriyê û ji hêla dozger ve serbest hate berdan.

Amed — Nivîskarê kurd Murat Ozyaşar di 1ê Cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna PKK/KCKê ya Serdozgeriya Komarî ya Amedê dimeşan de li Stenbolê hatibû desteserkirin û ew biribûn Amedê. Ozyaşar li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê desteserkirî mabû û 5 rojan nekarîbû bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

Piştî lêpirsîna emniyete Murat Ozyaşar îro li Dadgeha Amedê derket pêşberî dozger. Piştî îfadeyê dozger Ozyaşar serbest berda.

Murat Ozyaşar bi pirtûkên xwe di sala 2008an de xelata Haldun Taner û di sala 2009an de xelata Yunus Nadi standibû ku bi tirkî dinivîsîne.

Bi heman mijarî:

Li Amedê 7 mamoste hatin girtin
24 mamoste şandin dadgehê
Li Amedê 5 mamoste û 3 xwendevan hatin desteserkirin
Parêzgeha Amedê ew nûçe derewand ku dihate gotin ‘wê mamoste îadeyî wezîfeyê bibin'
Mamosteyên ''Mamoste'' jî ji kar hatin dûr xistin...
Dibe ku ji 130 hezaran zêdetir mamoste ji kar bêne dûrxistin
Bi giştî 8 hezar û 330 mamoste ji kar hatin dûrxistin
Etîketan:
serbestberdan, mamoste, nivîskar, Dadgeha Amedê, Midûriyeta Emniyetê ya Amedê, KCK, PKK, Serdozgeriya Komarî ya Amedê, Yunus Nadi, Haldun Taner, Murat OZYAŞAR, Stenbol, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de