07:00 19 Sibat 2018
Zindî
    Ala Rûsya û Tirkiyeyê

    Parlamenterê AKPê: "Rûsya û Tirkiyeyê hev temam dikin"

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamenter û Wekîlê Serokê Grûba AKPê Mehmet Muş berî serdana Seroke Rûsyayê Pûtîn a Tirkiyeyê got: "Tirkiye û Rûsya ne reqîbên hev in, bilakis hev temam dikin.

    Recep Tayyip Erdogan û Vladimîr Pûtîn
    © REUTERS/ Sergei Karpukhin
    Navenda Nûçeyan — Parlamenter û Wekîlê Serokê Grûba AKPê Mehmet Muş berî serdana Seroke Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a 10ê Cotmehê di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Tirkiye û Rûsya ne reqîbên hev in, bilakis di warê ekonomiyê de hev temam dikin."

    Mehmet Muş di berdewamiya axaftina xwe de got: "Rûsya, ji bo Tirkiyeyê aktorekî bazirganî yê girîng e. Hecma me ya bi Rûsyayê re di warê enerjî, emtia û di qadên din de her diçe zêde dibe. Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe yên bi Moskovayê re derxîne asta berî krîza zistina balafirê. Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe yên bi Moskovayê re derxîne asta berî krîza zistina balafirê."

    HERDU WELAT NE REQÎBÊN HEV IN

    Muş di dirêjiya axaftina xwe de got: "Dema ku em van tiştan hemû tînin kêleka hev Tirkiye û Rûsya ne reqîbên hev bîlaqîs hev temam dikin. Yanî hinek qadên ku em hilberînê dikin hene û div ê qadê de pêwistiya me bi emtîayê heye û ev emtia jî li Rûsyayê ye. Pêwistiya me bi enerjiyê heye û di destê Rûsyayê de jî enerjî heye. Dema ku em ji vê hêlê ve temaşe dikin herdu welat pêwistiyên hev diqedînin. Ji ber vê ye me hecma hedefa bazirganiya xwe derxistiye 100 milyar dolarî."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya û Tirkiye wê derbarê ewlehiya berhemên çandiniyê hevdîtinan bikin
    "Divê Rûsya, Îran, Sûriye û Tirkiye ji bo bidawîkirina şerê Sûriyeyê hevkariyê bikin"
    Yardim: " Divê Rûsya û Tirkiye li Rojhilata Navîn hevkariyeke zêdetir bikin"
    Canikli: Her ku diçe Tirkiye û Rûsya hîn nêzîkê hevdu dibin
    ‘Di pirsgirêka kurd a Sûriyê de Tirkiye, Îran û Rûsya wek hev difikirin'
    Etîketan:
    Seroke Dewleta Rûsyayê, Parlamenter û Wekîlê Serokê Grûba AKPê, Fersenda başbûna têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, Mehmet Muş, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de