02:24 18 Sibat 2018
Zindî
    Hurşit Kulter

    Kulter: 13 rojan di destên tîmên taybet de mam û pişt ra reviyam

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Hurşit Kulter ê hate îdiakirin ji hêla tîmên taybet ve hatiye desteserkirin li Kerkukê derket pêşberî çapemeniyê û got ku ew 13 rojan di bin îşkenceya polîsan de maye. Piştî wê derfeta revê bidest xistiye û reviya.

    Navenda Nûçeyan — Rêveberê DBPê yê Şirnexê Hurşit Kulter piştî 133 rojan li Kerkukê derket pêşberî çapemeniyê û derbarê pêvajoya revandin û wendabûna xwe de daxuyanî da. Kulter di destpêka axavtina xwe de ji bo xebatên derbarê rewşa wî de hatine kirin spasiya xwe pêşkêşî raya giştî dike û ji ber derengiya daxuyaniyê jî lêborînê ji herkesî dixwaze. Li gorî Kulter ji ber rewşa ewlekariyê ew neçar maye bi derengî vê daxuyaniyê bide.

    ‘DI JÊRZEMÎNEKÊ DE ÎŞKENCE LI MIN KIRIN'

    Kulter derbarê pêvajoya desteserkirina xwe de diyar dike ku ew di 27ê Gulanê de hatiye desteserkirin û 13 rojan desteserkirî maye. Li gorî daxuyaniya Kulter, tîmên taybet ew di jêrzemînekê de hiştine û li vir îşkenceya fizikî û psikolojê lê kirine. Kulter îdia dike ku daxwaza sîxurtiyê lê kirine û bi kuştinê ew tirsandine.

    '40-45 ROJAN DI MALÊN VALAKIRÎ DE MAM'

    Kulter di daxuyaniya xwe de dibêje ku piştî raya giştî bertek nîşanî desteserkirina wî daye, kesên ew desetserkirine di nava xwe de gotine ku piştî ji rojevê bikeve ew ê wî bikujin. Hurşit Kulter destnîşan dike ku piştî demekê ew derxistine tebeqeya jor a avahiyê û wî derfetê bazdanê dîtiye. Piştî ku ew reviyaye, kesên ew desteserkirine jê haydar bûne lê wî xwe rizgar kiriye.

    Li gorî daxuyaniya Kulter di navbera 40 û 45 rojan de wî xwe di nava malên valakirî de veşartiye û li derfetên peywendiya bi çapemeniyê û malbatê re geriyeya. Lê ew derfet bi destên wî neketine û piştî wê li wan kesan rast hatiye ku di nava bajêr de li hemberî hêzên artêşa tirk şer dikirin. Kulter aşkere dike ku bi rasthatina van kesan re ew derketiye jiderveyî bajêr û bi alîkariya hin kesan xwe gîhandiye Kerkukê ku ji ber ewlekariya wan nekare navê wan bide.

    ÇI BIBÛ?

    Piştî ku li bajarê Şirnexê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin bi hezaran welatî mal û avahiyên xwe terikandibûn, lê Hurşit Kulter derketina ji malê red kiribû. Piştî windabûna Kulter bi 10 rojan li ser hisabê Twitterê ‘BÖF — @Tweet_Guneydogu' peyamên bi malbata wî re par ve kiribûn û îdîa kiribûn ku hatiye înfaz kirin. Kulter di peyama navborî de gotibû ‘ez di zorê de û helalîye ji we dixwazim.'

    Bi heman mijarî:

    Hurşit Kulterê ku ev 4 mehan windayî bû li Iraqê derket holê
    Dayikên Şemiyê ji bo Hurşit Kulter kom bûn
    ICADê aqûbeta Hûrşît Kulter pirsî
    Emniyeta Tirkiyê: Mijara windabûna Kulter ne wezîfeya me ye
    Wezareta Karê Hundir a Tirkiyê ji bo Kulter mufetiş wezîfedar kiriye
    ICAD: Em Hurşît Kulter zindî dixwazin
    Etîketan:
    Tîmên taybet, revandin, îşkence, DBP, Hurşit Kulter, Şirnex, Cizîr, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de