10:42 22 Hezîran 2018
Êrîşên hevpeymanê li ser Yemenê

Hevpeymana erebî, 10 sivîl li Yemenê kuştin

© AP Photo / Hani Mohammed
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Balafirên Hevpeymana erebî bi pêşengiya Erebistana Siûdî çend êrîşên hewayî li ser paytexta Yemenê Sen'a û çend bajarên din jî pêk anîn û di encamê de 10 sivîl kuştin ku zarok û jin jî di nav wan de hebûn.

Navenda Nûçeyan —Çavkaniyên herêmî ragihand ku balafirên hevpeymana erebî 10 êrîşên hewayî li ser birêveberiya Nehemê ya Sen'ayê pêk anin û di encamê de jin û zarok jî di nav de, 10 kesên sivîl hatin kuştin û birîndar bûn.

Herwiha balafirekê êrîşî zeviya Rezweyê kir û di encamê de jinek û zilamek kuştin û 8 kesên din jî birîndar kirin.

Ji aliyê din ve, çavkaniyeke leşkerî ji Ajansa Sebe'ê diyar kir ku balafirên hevpeymanê çend êrîş li ser baregeha Dêmiliyê pêk anîne.

Hine çavkaniyan jî diyar kir ku welatiyek di tirimbêla xwe de li herêma Etefên ya Birêveberiya Ketafê hatiye kuştin.

Bi heman mijarî:

Sê leşker ji ber mayinekê li başûrê Yemenê hatin kuştin
Derketina derve li Yemenê hat qedexekirin
Li Yemenê êrişa xwekujî: Herî kêm 45 kuştî û 60 birîndar
Kerry: " Me li Yemenê ji bo hikumeteke hevpar li hev kir"
Ebdulah Salihî bangî Rûsyayê kir ku baregehên Yemenê bi kar bîne
Li Yemenê şer û pevçûn: 30 kuştî û 26 birîndar
Li Yemenê xwepêşandeneke mezin li dijî Erebistana Siûdî
Etîketan:
kuştî, erîş, Rezwa, Erebistan Siûdî, Sen'a, Yemen
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de