14:43 18 Hezîran 2018
Balafirên Tornado yên Almanyayê

Firîna balafirên alman ên li Baregeha Încîrlîkê hat rawestandin

© REUTERS / Tobias Schwarz
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî nûçeyên çapemeniya alman, firîna balafirên Almanya yên Tornado li Baregeha Încîrlîkê ji ber sedemên arîzeyên teknîkî hat rawestandin.

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeyên çapemeniya alman, firîna balafirên Almanya yên Tornado li Baregeha Încîrlîkê ji ber sedemên arîzeyên teknîkî hat rawestandin. 6 balafirên Tornado yên Almanyayê ji bo piştgiriya koalîsyona navneteweyî ya li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê li Baregeha Încîrlîkê hatibûn bicihkirin.

HETANÎ ARÎZEYA BALAFIRAN NEYÊ ÇÊKIRIN DÊ NEFIRIN

Şirketa hilberiner a Tornado li Almanyayê roja çarşemê di perçeyekî balafirê de arîzeyek tespît kir û ji ber arîzeyê firîna balafiran hatiye rawestandin.

Her wiha Artêşa Almanyayê jî bêyî ku hurgiliyan bide di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo em însan û amûran nexin rîskê hetanî arîze neyê çêkirin dê balafir nefirin.

Bi heman mijarî:

Ji Çavuşoglu daxuyaniya Baregeha Încîrlîkê
Almanya: "Vekirina Baregeha Încîrlîkê ji bo serbestiya vîzeyan dê bibe gaveke erênî"
Hewceyiya Rûsyayê bi Baregeha Încîrlîkê tuneye
‘Tirkiye dikare Baregeha Încîrlîkê ji Rûsyayê re veke'
Li pêşiya baregeha Încîrlîkê hewldana derbeyê hate protestokirin
'Bo hevkariyeke rast divê baregeha Încîrlîkê ji Rûsyayê re bê vekirin'
Etîketan:
Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Balafirên Tornado yên Almanyayê, Baregeha Încîrlîkê, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de