10:18 22 Sibat 2018
Zindî
    Heyeta Baroya Amedê

    Piştî kuştina Tahir Elçî Baroya Amedê Serokê xwe yê nû hildibijêre

    © Foto: diyarbakirbarosu.org
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Baroya Amedê, piştî serokê wê Tahir Elçî li navçeya Sûrê hat qetilkirin û şûnde di 9ê Cotmehê de hilbijartina Serokê Baroyê pêk tînin. Baro dê di hibijartinê de wê serokê xwe yê diyar bike.

    Navenda Nûçeyan — Baroya Amedê ji bo serokê xwe yê nû hilbijêre di 9ê Cotmehê de hilbijartina Serokê Baroyê û rêveberiya nû pêk tînin. Baroya Amedê ku li herêmê herî zêde xwedî parêzer û endam in, di 28ê Mijdara 2015an de li navçeya Sûrê serokê wê hatibû kuştin.

    Piştî Serokê Baroya Amedê Tahîl Elçî salek berê hat qetilkirin, Baroya Amedê bi cîgirên serok xwe birêve bir. Baroya Amedê ku bi xebat, lêkolîn û dozên li Ewropa vekirine tê nasîn û derdikeve pêş, ji bo serok û rêveberiya xwe ya nû diyar bike, di 8 û 9ê Cotmehê de hilbijartinê pêk tîne.

    DU NAMZEDÊN SEROKATIYÊ HENE

    45emîn Lijneya Rêveberiya Amedê dê diyarî Rêveberê Baroya Amedê Parêzer Onder Ungur bikin. Kongre dê di 8 û 9ê Cotmehê de li Navenda Çandê ya Cegerxwîn pêk were. Baro dê ji bo Elçî û Ungur bernameya bîranînê pêk bînin. Parêzer dê der barê xebatên baro yên 2 salan de agahî bidin. Ji bo serokê Baroya Amedê, rêveberiya baroya Amedê û delegeyên Yekîtiya Baroyên Tirkiye dê endam bên hilbijartin. Dê hilbijartin di nava 1015 endamên paroyê yên parêzer de pêk bên. Hilbijartina Serokê Baroya Amedê dê dinavbera namzet Parêzer Ahmet Ozmen û Parêzer Mesut Beştaş de pêk were.

    Bi heman mijarî:

    Baroya Amedê nûçeya Yeni Şafakê ya derbarê Demirtaş de derewand
    Baroya Amedê: Derbarê bûyera kuştina Tahir Elçî de hin dîmenên nû hatine bidestxistin
    Baroya Amedê: ‘Êdî kujerên Elçî bibînin'
    Baroya Amedê ji bo Sûrê dest bi kampanyayê kir
    Baroya Amedê: ‘Êdî sebra me nemaye!’
    Baroya Amedê: Di doza Elçi de dozger bersûcan dike şahid
    Etîketan:
    Kuştina Tahir Elçî, Hilbijartina Serokê Baroya Amedê, Mesut Beştaş, Ahmet Ozmen, Tahir Elçî, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de