19:48 18 Hezîran 2018
numan kurtulmuş

Kurtulmuş derbarê êrişa Yenîbosnayê de daxuyanî da

© Foto: AA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş derbarê êrişa Yenîsbosnayê de daxuyanîyek da û got êriş êrişeke mezin bû lê bi saya girtina bergiriyan xisareke mezin çênebû.

Ordu — Kurtulmuşê ku bo beşdarî hin bernameyên fermî bibe çûbû bajarê Orduyê derbarê êrişa Yenîbosna ya Stenbolê de daxuyaniyek da.
Kutrulmuş diyar kir ku piştî êrişê wî telefonî waliyê Stenbolê kiriye û derbarê êrişê de zanyarî standiye. Kurtulmuş got di encama êirşê de 10 kes birîndar bûne û rewşa 4 ji wan giran e.
Kurtulmuş diyar kir ku êriş êrişeke mezin bû lê bi saya bergiriyên hatine standin xisarek mezin çênebûye.

'DIBE KU RÊXISTINEKE DIN YA TAŞERON ÊRIŞÊ PÊK ANÎBE'

Kurtulmuş behsa êrişên terorî yên li seranserê Tirkiyeyê kir û got: 'Dibe ku êriş ji aliyê PKK an DAEŞê ve hatibe kirin. An jî dibe ku rêxistineke din ya taşeron êrişê pêk anîbe. Wê di nava demê de derkeve holê.'

Bi heman mijarî:

Li Wanê teqîn: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da û 2 leşker jî birîndar bûn
Li navçeya Yenibosna ya Stenbolê teqîn pêk hat: 10 kes birîndar bûn
Li ser xeta sînor ya Kilîsê teqîn çêbû
Li Oremarê teqîn: 2 leşker hatin kuştin û 1 jî birîndar bû
Li Bexdayê 3 teqîn: 5 kuştî û 17 birîndar
Etîketan:
êrişa yenîbosnayê, pkk, polês, teqîn, numan kurtulmuş, yenîbosna, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de