00:50 24 Hezîran 2018
Li Stenbolê teqîn

AA:Sûcdarê êrişa Yenîbosnayê hate girtin

© Foto : Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku kesê ku bi îdiaya ku êrişa Yenîbosnayê pêk aniye dema ku hewl dida bi nasnameya sexte bireve, li Aksarayê hate girtin.

Stenbol — Li gorî nûçeya AAyê gumanbarê teqîna li ber Midûriyeta Ewlekariya Sala 75emîn ya Yenîsbosnayê ya ku îro pêk hat ku di encamê de 10 kes birîndar bûn, dema ku bi nasnameyeke sexte hewl dida ku bireve hate girtin.
Hat diyarkirin ku gumanbar piştî teqînê bi wesayeteke sivîl hewld da ku  biçe kampên PKKê ya li Iraq an Sûriyeyê.
Li ser vê agahiyê li 81 bajarê Tirkiyeyê kontrol û lêgerîn hate destpêkirin.

6 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Kesê ku wekî gumanbarê bûyerê dihate lêgerîn, bi nasnameyeke sexte hate girtin. Herwiha 2 kesên din yên li gel gumanbarê bûyera teqînê jî hatin girtin. Ji aliyê din ve hat amajekirin ku xwediyê motorsîkleta hate teqandin 3 kesên din jî li Stenbolê hatine girtin.

Bi heman mijarî:

Li metroya Stenbolê hewldana xwekuştinê: Sefer hatin sekinandin
Kongreya Enerjî ya Cîhanê: Em dipên ku Pûtîn were Stenbolê
Li Edliyeya Stenbolê operasyona FETOyê
Li Mertera Stenbolê rê hedimî
Li Stenbolê gelek demançe hatin dîtin
Li Stenbolê moleke danûstandinê ji ber ewlekariyê tê valakirin
Etîketan:
yenîbosna, polês, birîndar, teqîn, êriş, stenbol
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de