08:51 26 Gulan 2018
Kamuran Yuksek û Emîne Ayna

Hevserokê DBPê Yuksek sibe derdikeve pêşberî dadgehê

© Foto : DBP Navend
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) Kamûran Yuksek piştî girtina xwe, wê cara pêşîn sibe li Amedê derkeve pêşberî dadger.

Navenda Nûçeyan — Hevserokê DBPê Kamûran Yuksek ê ku di Girtîgeha Edeneyê de tê girtin, piştî girtina xwe wê cara pêşîn di 7ê Cotmehê de (sibe) li Amedê derkeve dadgehê.

Kamûran Yuksek bi îdiaya ‘endamtiya rêxitinê' hatibû girtin û Serdozgeriya Amedê di derbarê Yuksek de heta 15 salan cezayê girtîgehê dixwaze. Li gel ‘endamtiya rêxistinê' serdozger di derbarê Kamûran Yuksek de îdia dike ku wî gel li hemberî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan teşwîqê serî hildanê kiriye.

Parêzerê Yuksek anî ziman ku wan ji bo serbestberdana Kamûran Yuksek heta niha 4 caran serî li dadgehê dane lê tu encamek bi dest nexistine. Kamûran Yuksek di 10ê Gulana 2016a de hatibû desteser kirin û di 13ê Gulanê de jî hatibû girtin.

Herwiha herî dawiyê HDPê, DBPê, HDKê û KCDê bi daxuyaniyeke hevpar piştgiriya xwe ya ji bo Kamûran Yuksek ragihandin û xwestin ku Yuksek tavilê serbest were berdan.

Bi heman mijarî:

Derbarê Kamuran Yuksek 10 sal cezayê girtîgehê tê xwestin
Kamuran Yuksek û Sebahat Tuncel bûn hevserokên DBPê
Kamuran Yuksek şandin girtîgeha Edeneyê
Hevserokê DBPê Yuksek hat girtin
Dema desteserkirina Kamuran Yuksek hate dirêjkirin
Etîketan:
pêşber, dadger, sibe, desteserkirin, Hevserokê Giştî yê DBPê, Girtîgeha Şakran a Edeneyê, Serdozgeriya Amedê, KCD, HDK, HDP, Kamûran Yûksek, Edene, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de