02:40 18 Çile 2018
Zindî
    Operassyona 'Mertalê Feratê' - ASA

    Bajarokê stratejîk ji destê DAIŞê hat derxistin

    AA/Emin Sansar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Artêşa Sûriyeyê ya Azad bajarokê Exterînê bi piştgiriya Tirkiyeyê ji destê DAIŞê derxist. Piştî wergirtina vî bajarokê, ASA bêtir nêzîkî bajarokê Dabiqê bû ku ji bo DAIŞê gelekî stratejîk e.

    Hıkmet Durgun

    Navenda Nûçeyan —Çavkaniyên ji ASAyê ragihand ku di vê dema ber bi bajarê El-Babê ya bakurê Helebê diçin de pevçûnên dijwar li başûr, rojhilat û rojavayê Raiyê berdewam dikin û balafirên hevpeymanê û yên Tirkiyeyê bi tundî li sengerên DAIŞê dixin.

    Artêşa Tirkiyeyê bi obusan sengerên DAIŞê bombebaran dike û DAIŞ bi çekên giran û topên hawanê bersivê dide. ASAyê bi piştgiriya Tirkiyeyê ji duh de şerekî giran li dijî DAIŞê li derdora Raiyê dike û di encamê de gundê Exterînê yê stratejîk ji destê DAIŞê derxist.

    Piştî stendina vî bajarokî, ASA gaveke din nêzîkî Dabiqê bû û niha li bakur û başûr operasyonan pêk tîne ta ku têkeve Dabiqê.

    Herwiha niha ASA amadekariyeke mezin dike ji bo têkeve Dabiqê lê hat zanîn ku DAIŞ jî ji bo wî bajarokî ji destê xwe nede, gelek hêz ji Babê şandine wê derê. Balafirên Artêşa Tirkiyeyê jî berî operasyonê Dabiqê bi tundî bombebaran dike.

    Bi heman mijarî:

    Dijberiya Sûriyeyê û ASA serperiştiya Rûsyayê napejirînin
    'Heke ku ASA têrê nekê wê Artêşa tirk ji bo Babê 41 hezar leşkaran bişîne'
    Artêşa tirk û ASA ketin El Babê
    DAIŞ, ASA û Nusra êrîşî HSDê dikin
    DAIŞê êrişî ASAyê kir: 20 kuştî û bi dehan birîndar
    ASAyê şervanên YPGê yên dîl girtî radestî Tirkiyeyê kir
    DAIŞê derbeyên giran li ASAYê xistin: 10 kuştî û gelek birîndar
    Etîketan:
    şer pevçûn, ASA, Exterîn, Bab, Tirkiye, Dabiq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de