10:36 24 Çile 2018
Zindî
    Nexweşxane

    Cenazeyê Eylem Ataşê piştî 101 rojan radestî malbata wê kirin

    © Foto: AA/ Kemal Karagöz
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cenazeyê Eylem Ataş a ku dema li Minbicê li dijî DAIŞê şer dikir jiyana xwe ji dest da piştî 101 rojan radestî malbata wê kirin.

    Navenda Nûçeyan — Eylem Ataş di 27ê Hezîranê de li Minbicê di şerê li hemberî DAIŞê de jiyana xwe ji dest dabû û wergirtina cenazeyê wê ji hêla rayedarên Tirkiyê ve dihate astengkirin. Piştî 101 rojan cenazeye Ataşê ji hêla malbata wê û Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş ve hate wergirtin.

    Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kir ku wan cenaze wergirtiye û ber bi Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê ve diçin.

    Hate diyarkirin ku wê cenazeye Ataşê li Edeneyê bê binaxkirin.

    Bi heman mijarî:

    Destûra anîna termê Eylem Ataş a li hemberî DAIŞê şer kir nayê dayin
    Cenazeyê leşkerê rûsî gihişt Rûsyayê
    Cenazeyê Azîz Guler hat wergirtin
    Cenazeyê pîlotê rûsî gihîşt Moskovayê
    Cenazeyê pîlotê rûsî ji Enqereyê ber bi Rûsyayê ve bi rê ket
    Etîketan:
    cenaze, Nexweşaneya Dewletê ya Mêrdînê, HDP, DAIŞ, Meral Daniş Beştaş, Eylem Ataş, Rojava, Edene, Minbic, Mêrdîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de