18:47 27 Gulan 2018
Heyder el Ebadî

Ebadî: ‘Mesud Barzanî got ku agahiya wî ji hatina leşkerên tirk nîne'

© AP Photo / Stefan Wermuth
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir ku wî li ser hatina leşkerên tirk ji bo nav axa Iraqê ji Mesud Barzanî pirsiye û wî jî gotiye ku ‘agahiya min li ser vê mijarê nîne û bê pirs hatine.'

Bexda — Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Bexdayê têkildarî hebûna leşkerên tirk ên li xaka Iraqê de civîneke çapemeniyê lidar xist. Ebadî di civînê de ragihand ku qet hincet û sedemek nîne ji bo mayina leşkerên tirk li Iraqê û li gorî nûçeya Rojnewsê ev îdia anî ziman: "Min ji Mesûd Barzanî pirs kir ku ‘hêzên tirk çawa hatine herêmê?' Barzanî di bersiva xwe de got, ‘agahdariya min ji vê mijarê nîne û bê pirs hatine.' Barzanî got ku qet peywendiyek min bi hatina leşkerên tir a li nav herêmê nîne."

Ebadî herwiha di axavtina xwe de got: "Heke Tirkiye wisa dizane ku ji bo geştyariyê hatiye, ev yek ne geştyarî û seyrane, binpêkirina sînorê welatekî ye."

Bi heman mijarî:

Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Bi razîbûna Bexdayê û bi hêsankariya me leşkerên tirk hatin
Yildirim: "Hêza Tirkiyeyê wê li Iraqê bimîne"
Kurtulmuş: Gelo gava Mûsil hat dagirkirin, Iraq li kû bû?
Çavuşoglu: ‘Daxuyaniya Iraqê ya Başîkayê mabestek baş nîne'
Parêzgarê Nînewayê yê berê: Dibe şerê Mûsilê, Iraqê dabeş bike
Fermandarekî Pêşmerge: Nayê xwestin ku Tirkiye di operasyona Mûsilê de cî bigire
Etîketan:
leşkerên tirk, Rojnews, Mesûd Barzanî, Heydar Ebadî, Iraq, Herêma Kurdistanê, Bexda
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de