00:59 18 Çile 2018
Zindî
    Mistefa Hicrî

    Hicrî: Em Îraneke federal dixwazin

    © Foto: KURDISTAN MEDIA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serkretê Giştî yê Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranê Mistefa Hicrî daxwaza Îraneke sekûler, demokratîk û federal dikin û wiha got: "Em neçar man ku em li têloşîna çekdarî vegerin."

    Navenda Nûçeyan — PDKÎ li ser hesabê xwe ê Tiwtterê hevpeyvîneke Hicrî bi televizyona Al-Arabiyayê re weşand ku tê de behsa sedemên ku hişt ew li têkoşîna çekdarî vegerin û armancên xwe dike.

    Sekreterê Giştî yê PDKÎyê wiha got: "Em wiha bawer dikin ku pergala Îranê ku hewl dide xwe bi hêz nîşan bide, difikire ku dawî li hemû dijberiyê aniye. Ji ber van sedeman û gelek sedemên din, em neçar mani biryarê bidin ku em li dijberiya çekdarî vegerin."

    ​Hicrî diyar dike ku wan hêzên pêşmerge şandine nav axa Kurdistana Îranê ta ku êrîşan li dijî pasdarên Îranê pêk bînin û wiha dibêje: "Ji xwe gel jî gelek fişar li me dikir ta ku em li berxwedana çekdarî vegerin ji bo em wan ji zordariya ewlekariya birêveberiya Îranêi biparêzin".

    "XELKÊ ALÎKARIYA ME KIR"

    Ji aliyê din ve, rayedarê PDKê di hevpeyvînê de teqez dike ku xelkê gelekî hevkarî bi wan re kiriye û alîkariya wan kiriye û wiha dibêje: "Ji xwe bingeke gelî ya mezin piştgiriya me dike û wan gelekî alîkariya hêzên me yên leşkerî anku pêşmergeyan kir".

    "EM ÎRANEKE FEDERAL DIXWAZIN"

    Hicrî derbarê armancên xwe de wiha dibêje: "Daxwazên me di asta yekem de, daxwazên neteweyî kurdî ne. Ji xwe di çarçoveya mafên mirovan de jî, ew tişt pêşî bi misogerkirina mafên neteweyî pêk tê. Herwiha em Îraneke yekgirtî dixwazin ku dewleteke sekûler, federal û demokratîk be lê bi awayekî wiha be ku kurd û neteweyên din bikarin mafên xwe yên çarenûsê ji bo herêmên xwe diyar bikin."

     

    Bi heman mijarî:

    PDKÎ: "Îran cenazeyên 8 leşkerên xwe dixwaze"
    PDKÎ: "Em pêşmergeyên xwe dişînin Îranê"
    PDKÎ û PDK: Em bi ti awayî li sînor paşde venakişin
    PKK û PDKÎ carek din li hev dicivin
    PDKÎ serkeftina HDPê pîroz kir
    Daxuyaniya RMMK li ser şerê PKK û PDKÎ
    Etîketan:
    daxwazên PDKÎyê, federal, PDKÎ, Mistefa Hicrî, Kurdistana Îranê, İran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de