10:21 20 Çile 2018
Zindî
    DAIŞ

    DAIŞê bi çekên kimyewî êrîşê gundê Ûm El Hoşê kir

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Terorîstên DAIŞê bi çekên kimyewî êrîş birin ser gundê Ûm El Hoşê.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên li ser malpera ANHAyê hat ragihandin ku terorîstên DAIŞê îro di saet 15.15a de gundê Ûm El Hoş ê girêdayî herêma Şehbayê ji aliyê gundê El Hesiyê ve bi çeken kimyewî topbaran kirin.

    Hat diyar kirin ku 5 topên hawanê yên ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve li hemberî gund hatin avêtin, topên bi serikên kimweyî bûn. Heta niha di derbarê kuştî û birîdaran de tu agahiyên zelal nehatine bidest xistin lê kesên ku ji van çeken kimyewî bibandor bûne rakirine nexweşxaneyan.

    Gundê Ûm El Hoşê di 30ê Tebaxê de ji destê terorîstên DAIŞê hat rizgar kirin û terorîst ji wê demê de heta niha êrîşê dibe ser gund.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê êrişî ASAyê kir: 20 kuştî û bi dehan birîndar
    DAIŞê derbeyên giran li ASAYê xistin: 10 kuştî û gelek birîndar
    Ji ber zilma DAIŞê xwe spartin pêşmergeyan
    DAIŞê bi çekên giran êrişî Efrînê kir
    Di êrîşa Um Hoşê de bi 10an terorîstên DAIŞê hatin kuştin
    Etîketan:
    êrîşkirin, çekên kimyewî, terorîst, DAIŞ, Ajansa ANHA, Gundê Ûm El Hoş, Şehba
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de