23:38 21 Gulan 2018
    girtin-desteserkirin

    Mamosteyê ku ji ber FETOyê ji kar hate dûrxistin, ji endamtiya PKKê hate desteserkirin

    © AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Egitim-Sen a Bedlîsê Huseyin Guzeldere ku ji ber lêpirsîna FETOyê ji kar hatibû dûrxistin, bi îdiaya endamtiya PKKê li Stenbolê hate desteserkirin.

    Stenbol — Serokê Egitim-Sen a Bedlîsê Huseyin Guzeldere li Stenbolê hate desteserkirin. Guzeldere yê ku meha borî di çarçoveya lêpirsîna FETOyê de weke gelek mamosteyên din ji kar hatibû dûrxistin, bi îdiaya ‘endamê PKKê' ye hate desteserkirin. Huseyin Guzeldere di çarçoveya lêpirsîna wê dosyayê de hatiye desteserkirin ku Alîkarê Hevserokên HDPê Alp Altinors jî bi heman sedemê hatibû girtin.

    Guzeldere beşdarî merasîma cenazeyê Zakir Karabulut bibû û bi Alp Altinors re axavtinek kiribû ku Karabulut di qetlîama Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabû.

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê 19 mamosteyên endemê Egitim-Senê hatin desteserkirin
    Mamosteyên ''Mamoste'' jî ji kar hatin dûr xistin...
    Li Amedê 7 mamoste hatin girtin
    24 mamoste şandin dadgehê
    Li Amedê 5 mamoste û 3 xwendevan hatin desteserkirin
    Parêzgeha Amedê ew nûçe derewand ku dihate gotin ‘wê mamoste îadeyî wezîfeyê bibin'
    Etîketan:
    mamoste, Qetlîama Enqeryê, PKK, FETO, Egitim-Sen, HDP, Zakir Karabulut, Alp Altinors, Huseyin Guzeldere, Bedlîs, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de