17:44 20 Çile 2018
Zindî
    Odeyeke hotêla kevokan

    Hotêlên kevokan jî hene...

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Amedê ji bo kevokhezan hotêlên kevokan hatin vekirin. Xwediyê hotêlan Mehmet Batmaz, li ser hotêla kevokan, mezata kevokan û komeleya kevokhezan ji Sputnik Kurdistanê re axivî.

    Omer Faruk Baran

    Amed — Li Baxlarê li qehwexaneyeke ku bi awayê fermî komele ye û di ber re jî ji bo kevokan otêleke taybet e, wexta mezatê ye. Xortek, di destan de cotek kevok, bi dengekî berz buhayê kevokan dibêje; li ser xwestina mişteriyan her carê 100-200 lîrayan diavêje ser û carê diçe wî serî qehweyê û carê tê vî serî. Li ber serokê komeleya ku nav bi tirkî ''Diyarbakır Kanatlı Hayvan Severler Derneği'' ye, —em bi kurt û kurmancî bibêjin ''Komeleya Kevokhezan'' rûniştime, pirsên xwe kontrol dikim. Hîn berî ez dest bi pirsan bikim, serokê komeleyê Mehmet Batmaz dest bi bersivan dike.

    Mehmet Batmaz: Hema di xêzên li ser stûyan de qusireke biçûk hebe, buhayê wê bi qasî 1000 lîrayan dadikeve. Ew kevokên gokala ne û ew li dinê li ti derê tune ne, tenê li Amedê hene.

    Kevok
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Kevok

    Gokala.. Yanî bi tirkî ''gök-ala'', ne wisa?

    Mehmet Batmaz: Erê, eynî wisa. Ji bilî gokalayan, li Amedê bi qasî 25 cûreyên kevokan hene. Hinek kevok hene, tu dikarî wan li her derê dinê peyda bikî, bes van kevokên me yên Amedê, ne li welatekî din, tu nikarî li bajarên nêzî Amedê jî bibînî.

    Ez ji Sirûcê me, ne tenê li Sirûc û Rihayê, min ev kevok li Amedê jî nedîtine heyran. Nû dibînim, çavên meriv li çi be meriv wî tiştî dibîne.

    Mehmet Batmaz: Çavên min, min xwe dît nedît li van kevokan in. 38 salî me û 25 sal in di nav kevokan de me. Ji stresê re, ji derdên psîkolojîk re ji van kevokan xweştir derman tine. Yên ku nexweşiyên wan ên psîkolojîk hene, bila ji xwe re kevokan xwedî bikin. Tesîr û terapiya kevokan ji ya dermanan pir pir çêtir e. Binêre, li dora xwe binêre, çiqas însan ji bo meraqa kevokan hatine vê mezatê. Fikrên van însanan hemûyan cuda ye, lê gava ew ji bo kevokan tên ba hevdu tu şer çênabe û bi hezkirina kevokan herkes stresê ji ser xwe diavêje.

    Dibînim, çend endamên vê komeleyê hene?

    Mehmet Batmaz: Yanî bi awayê fermî endamên komeleya me 50 kes in. Bes sewdaliyên kevokan ne tenê ew kesên li vê komeleyê rûniştî ne. Ez dikarim bi rihetî bibêjim ku li Amedê 5-10 hezar kevokhez hene.

    Ev der ne tenê qehwe û komele ye, otêla kevokan e jî. Ji bo van kevokan, çawa çêbû fikra çêkirina otêlekê?

    Mehmet Batmaz: Li Amedê êdî her der bûye apartman. Herkes nikare di daîreyan de kevokan xwedî bike. Min jî anî ew pasaja girt û ji bo kevokan kir otêl. Di otêlê de 30 ode hene, kira ji bo her odeyekê 100-150 lîra ye. Hemû odeyên me tije bûn, li ber vê otêlê ciyekî din heye, min ew jî girt û kir otêl. Xwediyên kevokan li gorî kêfa dilê xwe odeyên xwe dizayn dikin ji bo kevokan. Yên ku ji bo odeya kevokên xwe hezar lîra mesref dikin jî hene, yên ku deh hezar lîra mesref dikin jî..

    Qey kevok jî buha ne ku ewqas mesref dikin ji bo odeyekê.. Mesela niha di piyaseyê de kevokê buha kîjan e û bi çiqasî tê firotan?

    Mezada kevokan her çarşem 8ê êvarî dest pê dike
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Mezada kevokan her çarşem 8ê êvarî dest pê dike

    Mehmet Batmaz: Kevokên kulreng hene, cotê wan kevokan ku baş bin heta 20 hezar lîrayan, 20 mîlyaran yanî, tên firotan. Yanî buhayê kevokan, ji mîlyarekê heta 20 mîlyaran e. Yek jî, ez otêla din nehesibînim, di vê otêlê tenê de nêzî 2 hezar kevok hene û buhayê wan giş ji 250 mîlyaran zêdetir e.

    Hûn her Çarşem li vir dicivin ji bo mezatê?

    Mehmet Batmaz: Erê, mezata me her Çarşem di saet 8ê êvarê de dest pê dike, sê çar saetan diajo. Di şevên zivistanê de mezat qerebelix e, şev heye mezat pênc saetan dewam dike.

    Di her mezatekê de çend kevok tên firotan?

    Mehmet Batmaz: Di her şeveke mezatê de 200-300 kevok tên firotan. Yek caran em di mezatên xwe de weşanên zindî jî çêdikin, ji bajarên din ên wek Îzmîr û Stenbolê jî me tevlî me dibin, kevokan ji mezata me dikirin.

    Ê te bi xwe çend kevokên te hene?

    Mehmet Batmaz: Bi qasî 500 kevokan..

    Çawa yanî, 500 kevok?!

    Mehmet Batmaz: Erê, em dikarin tek bi tek bihêjmêrin. Bi xêra van kevokan him ez pereyan qezenc dikim him jî kêf û hizûra min a li mal her tim du qat sê qat zêde dibe. Wek min got, yanî li gorî min ne hewce ye ku hûn herin dixtoran û psikologan û li dû şopa dermanan bikevin, kevokan xwedî bikin.

    Wê çaxê em dikarin ji te re bêjin Qûşbaz Meheme..

    Mehmet Batmaz: Na, ez qebûl nakim. Navê min bi tirkî Mehmet Batmaz e û kurdî ji min re dibêjin Mehem. Hûn jî ji min re nebêjin Qûşbaz Mehem, bêjin Mehemê Kevokhez. Qûşbaz ji kesên ku cambaziyê dike re tê gotin, em ne cambazî lê heza vî karî dikin.

    Baş e Mehemê Kevokhez, pirsa min a dawî, eger ez ji te rica bikim û bêjim ka heza xwe ya ji bo kevokan bi nimûneyekê nîşan bide, tuyê çi bibêjî?

    Mehemê Kevokhez: Dema şer û pevçûn li Sûrê û Baxlarê hebûn ev komeleya me bi qasî 15 rojan girtî bû. Li ser dîwarên otêlê hê şopa guleyan hene. 200 kevokên me mirin. Bombe diteqiyan û gule dibariyan li vir, dîsa jî ji bo em xwe bi kevokên din gêhînin, me xwe li agir qeliband em hatin komeleyê. Ma ne meraq û sewda bûya em ê çawa wê çaxê bihatana komeleyê? Ew hez e.

    Bi heman mijarî:

    Kevok bi wesayîtan re ket pêşbirkê
    Kevoka, Serokwezîrê Hindistanê "tehdîd kir" hat girtin
    Karsazên Amedê bertek dan êrişên Amed û Qoserê
    Amerîka teqînên Amed û Qoserê şermezar kir
    Amed - Dîsa qedexeya derketinê hat ragihandin
    Etîketan:
    hotêl, kevok, Mehmet Batmaz, Baxlar, Riha, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de