02:52 19 Çile 2018
Zindî
    Polês

    Polêsê ku ji doza FETO ji kar hatibû avêtin xwe kuşt

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Polêsê 32 salî Emrah Oguzê ku li Midûriyeta Ewlehî ya Bayburtê wezîfe dikir, ji bo ku di çarçoveya lêpirsîna FETO/PDYê de ji kar hat avêtin xwe kuşt.

    Navenda Nûçeyan — Polêsê 32 salî Emrah Oguzê ku li Midûriyeta Ewlehî ya Bayburtê wezîfe dikir, ji bo ku di çarçoveya lêpirsîna FETO/PDYê de ji kar hat avêtin xwe kuşt. Navê Oguz di nava 12 hezar û 800 polêsên ku 3 roj berê ji kar hatibûn dûrxistin de bû.

    Bûyer di şeva 3ê Cotmehê li Bayburtê qewimî. Li gorî îdîayan piştî ku Emrah Oguz hîn bû ku di çarçoveya lêpirsîna Rêxistina Terorîst a Fethullah Gulen (FETO/PDY) de ji kar hatiye dûrxistin ji bo ku demançeya xwe teslîm bike çû Midûriyeta Ewlehî ya Bayburtê, lê beriya ku bigihîje midûriyetê intîxar kir.

    Piştî întîxara Oguz kesên derdor bangî ambulansê kirin û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bayburtê, lê digel hemû mûdaxeleyan jî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Emrah Oguzê Erziromî ji bo vekolînê şandin Saziya Tiba Edlî ya Trabzonê û piştî qedandina kare vekolînî di 4ê Cotmehê de cenazeye Oguz teslîmî malbata wî kirin.

    Bi heman mijarî:

    Li hemberî îmamê FETO yên TSK û MÎTê operasyon
    FETO, êrişa Enqere ya ku DAIŞê pêk anî rojek berê zanibû
    ‘FETO Tirkiyeyê kiribû 7 paran'
    Serokê şaredariya bajarekî mezin ê AKPeyî ji doza FETO hat binçavkirin
    Ahmet Şik: "Erdogan piştgirî da FETO, bila ew jî were darizandin"
    Etîketan:
    Endamên Rêxistina Terorîst a Fethullah Gulen (FETO), Polêsê Midûriyeta Ewlehî ya Bayburtê, Emrah Oguz, Bayburt, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de