17:11 22 Çile 2018
Zindî
    Li navçeya Yenibosna ya Stenbolê li nêzîkî navenda Polîsan a 75. Yil a Şirinevlerê teqîn pêk hat

    Li navçeya Yenibosna ya Stenbolê teqîn pêk hat: 10 kes birîndar bûn

    © Foto: AA/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçeya Yenibosna ya Stenbolê li nêzîkî navenda Polîsan a 75. Yil a Şirinevlerê teqîn pêk hat. Waliyê Stenbolê Vasip Şahin di daxuyaniya xwe ya duyemîn de aşkere kir ku di encama teqînê de 10 sivîl birîndar bûye. Şahin di daxuyaniya xwe ya pêşîn de diyarkiribû ku yek jê bi giranî 5 kes birîndar in.

    Stenbol — Li Yenibosnayê saet di derdora 15.55an de nêzîkî Navenda Polîsan a bi navê 75. Yil teqîneke bihêz pêk hat.

    ​Piştî teqînê pisporên tunekirina bombeyan, ambulans û navgînên bizirx hatin şandin bo cihê bûyerê.

    POLÎS LI GUMANBAREKÎ DIGERE

    Polîsan li herêmê tedbîrên ewlekariyê yên berfireh standin û welatiyên li derdorê dûr xistin. Polîsên ku kamerayên ewlekariyê lêkolîn kirin, kesekî ku piştî teqînê ji herêmê baz dide tespît kirin. Hata diyarkirin ku polîs li wî gumanbarê bi kask digere.

    BIRYARA QEDEXEYA WEŞANÊ HATE STANDIN

    Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonê ya Tirkiyê (RTUK) li ser daxwaza Serokwezareta Tirkiyê, biryar girt ku derbarê teqîna Yenibosnayê biryara qedexeya weşanê ya demkî bê standin.

    Teqîn li nêzîkî qereqola polîsan a li Bahçeli evleri pêk hatiye. Ji ber tundiya teqînê, avahî û navgînên li derdorê zirar dîtin.
    AA
    Teqîn li nêzîkî qereqola polîsan a li Bahçeli evleri pêk hatiye. Ji ber tundiya teqînê, avahî û navgînên li derdorê zirar dîtin.

    WALIYÊ STENBOLÊ DAXUYANÎ DA

    Waliyê Stenbolê Vasip Şahin derbarê teqînê de daxuyaniya pêşîn li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir. Şahin diyar kir ku "Li navçeya Bahçelievlerê, li kolana Fatihê motoreke bi bombekirî hatiye teqandin û li gorî zanyariyên pêşîn yek jê bi giranî 5 welatiyên me birîndar bûne."

    Li gorî zanyariyên peşî yek jê bi giranî 5 kes birîndar bûne.

    Ji ber ku teqîn bi awayekî xurt çêbûye avahî û wesayitên li derdorê zerar dîtin.

    Navenda Polîsan a 75. Yil li Yenibosnayê
    © Foto: Google Maps
    Navenda Polîsan a 75. Yil li Yenibosnayê

    Piştî teqînê, pisporên tunekirina bombeyan, wesayitên bizirx û ambulans çûne ciyê buyerê.

    HEMAN QEREQOL Dİ 2012AN DE CAREKE DIN RASTÎ ÊRÎŞÊ HATIBÛ

    Heman qereqol di 8ê Berfenbara 2012an de rastî êrişekî hatibû û polîsek birîndar bibû. Midûrê Emniyeta Stenbolê yê wê demê Huseyin Çapkin gotibû ku PKK berpirsiyariya êrîşî girtiye ser xwe.

    Di vê navberê de navên birîndaran jî diyar bû. Li gorî nûçeya rojnameya Kararê kesên ku birîndar bûne ev in: Seydo Çetinkaya, Nanifer Civelek, Kuddusi Bezmekçi, Mehmet Pehlivanoğlu, Oğuzhan Belice, Eyüp Terdi, Umut Özkan, Adem Öncü, Tekin Doğan û Kubilay Yıldız.

    Bi heman mijarî:

    Li ser xeta sînor ya Kilîsê teqîn çêbû
    Li Oremarê teqîn: 2 leşker hatin kuştin û 1 jî birîndar bû
    Li Şirnexê teqîn: Cerdevanek hat kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn
    Li Qamişloyê teqîn
    Li Colemêrgê teqîn: 3 leşker birîndar bûn
    Li Mêrdînê dema derbasbûna wesayîta leşkerî teqîn: 3 kuştî û 7 birîndar
    Etîketan:
    motora bombekirî, teqîn, Qereqola 75. Yil, Serokwezareta Tirkiyê, Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonê (RTUK), Vasip Şahin, Stenbol, Şirinevler, Yenibosna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de