06:19 24 Çile 2018
Zindî
    Qurbaniyên êrîşa Hesekê hatin binaxkirin

    Qurbaniyên êrîşa Hesekê hatin binaxkirin

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cenazeyê 21 kesên di êrîşa xwekujî ya Hesekê de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmeke girseyî li bajarê Hesekê hatin binaxkirin.

    Hesekê — Di 3ê Cotmehê de li Hesekê, kesekî di nava şahiyekê de bombeyên li ser xwe girêdabû teqandibû û di encamê de li gorî daxuyaniya rayedarên Kantona Cizîrê, 34 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeye 21 kesan îro bi merasîmeke girseyî li bajarê Hesekê hatin binaxkirin.

    Girse destpêkê ji bo wergirtina cenazeyan berê xwe dan Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê û piştî wê tev li cenazeyan berê xwe dane gundê Şercî yê. Piştî girse gihişte ser goristana gund, rayedarên Kantona Cizîrê û yên Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê derbarê bûyerê de axivîn.

    Li dû axavtinan jî cenazeyên 21 kesan spartin axê ku 20 ji wan ji malbata Fatimê ne. Navê kesên ku hatine binaxkirin ev in: Şervanê HSDê Mesûd Fatimê û sê zarokên wî Nûrcan, Mihemed û Aya, Endamê Hêzên Asayîşê Egît Fatimê û Salih Îbrahîm, Gulyar Fatimê, Necah Hesen, Rosîm Fatimê, Ferhad Fatimê, Esed Fatimê, Aryan Fatimê, Leyan Fatimê, Zana Fatimê, Sîpan Fatimê, Rojîn Fatimê, Mihemed Zinar Fatimê, Ehmed Fatimê, Roj Fatimê, Rêzan Fatimê û Mustefa Fatimê.

    Bi heman mijarî:

    Peyama Mesrûr Barzanî ji bo Hesekê: Bibin yek
    PSKê êrîşa Hesekê şermezar kir û bangî PYDê kir: Li pêşiya Pêşmergeyên Roj nebin asteng
    DBP: Êrîşa li Hesekê li hemberî destkevtiyên kurdan e
    Herêma Kurdistanê ji bo birîndarên Hesekê wê zêdetirî 5 ton derman bişîne
    Serokatiya Herêmê Kurdistanê ji bo Hesekê daxuyanî da
    Berpirsekî Hesekê: "Êrişa xwekujî ji terefê zarokekî ve pêk hat"
    Hejmara kuştiyên teqîna Hesekê derket 34 kesî
    Etîketan:
    êrîşa xwekujî, binaxkirin, qurbanî, Hêzên Asayişa Rojava, Hêza Sûriyeya Demoratîk (HSD), Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê, Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê, Salih Îbrahîm, Egît Fatimê, Mesûd Fatimê, Kantona Cizîrê, Gundê Şercî, Rojava, Hesekê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de