14:49 24 Çile 2018
Zindî
    ASA- Raî

    Fermandarê ASAyê: Tenê Tirkiye xwedî li me derdikeve

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Di vê dema ku Artêşa Sûriyeyê ya Azad bi piştgiriya Tirkiyeyê 3 gundên din ji destê DAIŞê derxistin û gelekî nêzîkî Dabiqê bû. Fermandarê liqa Helebê ya ASAyê Taha Atarc ji Spûtnîkê re got, "Tirkiye piştgiriyê dide me û çekan dide me. Em bi xêra Tirkiyeyê nêzîkî Dabiqê bûn."

    Hikmet Durgun

    Navenda Nûçeyan — Çavkaniyên ji ASAyê ragihand ku di vê dema ku ew ber bi bajarê El-Babê ya bakurê Helebê diçin de pevçûnên dijwar li başûr, rojhilat û rojavayê Raiyê berdewam dikin û balafirên hevpeymanê û yên Tirkiyeyê bi tundî li sengerên DAIŞê dixin.

    Herwiha di çarçoveya wê operasyonê de, Tirkiyeyê tank, çekên giran û komek leşker ên girêdayî Fermandariya Hêzên Taybet şand Raiyê. Hat ragihandin ku leşkerên tirk bi xwe li dijî DAIŞê şer dikin û operasyonê bi rê ve dibin.

    Ji aliyê din ve, Artêşa Tirkiyeyê bi obusan sengerên DAIŞê bombebaran dike û DAIŞ bi çekên giran û topên hawanê bersivê dide. ASAyê bi piştgiriya Tirkiyeyê gundên Turkmen Berah, Qebtan û Mezrayê ji destê DAIŞê derxistin lê ji ber defik û mayinan bi giranî bi pêş ve diçe.

    ASA NÊZÎKÎ DABIQÊ BÛ

    Niha pevçûnên dijwar di navbera DAIŞ û ASAyê de li derdora gundê Eqtarînê berdewam dikin û eger ya dawî bikare wî gundî bistîne, dê gelekî nêzîkî Dabiqê bibe ku ji DAIŞê re gelekî giring e. Hat zanîn ku DAIŞê ew gund 2 kîlometreyan ji Babê dûr tijî mayin û bombe kiriye.

    Fermandarê Liqa Helebê ya ASAyê Taha Artac ji Spûtnîkê re daxuyaniyên giring dan. Artac diyar kir ku ew di çarçoveya operasyona Mertala Firatê de li dijî DAIŞê şer dikin û wiha dewam kir: Li Başûr, rojava û rojhilata Raiyê pevçûnên giran berdewam dikin. Ew pevçûn ji duh ve gelekî giran bûne. Niha jî şerekî giran li gundê Eqtarînê berdewam dike. Eger em wî gundî bistînin, em ê gelekî nêzîkî Dabiqê bibin. Hîn ne diyar e bê em ê kengî Dabiqê bistînin lê her tişt dikare çêbibe.Dibe piştî çend hefteyan bistîne, dibe piştî çend saetan. Ev şer e û mirov nikare tiştekî msioger bike."

    Herwiha Artac diyar kir ku balafirên Tirkiyeyê sengerên DAIŞê bi tundî bombebaran dikin û wiha pê de çû: "Tirkiye her cûrên piştgiriyê dide me. Piştgiriya bi balafiran dide me. Birîndarên me derman dike. Alîkariya çekan dide me. Pêdiviyên me yên din jî dabîn dike. Ji xwe tenê Tirkiye xwedî li me derdikeve. Spas ji xwedê re, ji bilî Tirkiyeyê kesî me tine."

    Bi heman mijarî:

    Dijberiya Sûriyeyê û ASA serperiştiya Rûsyayê napejirînin
    'Heke ku ASA têrê nekê wê Artêşa tirk ji bo Babê 41 hezar leşkaran bişîne'
    Artêşa tirk û ASA ketin El Babê
    DAIŞ, ASA û Nusra êrîşî HSDê dikin
    DAIŞê êrişî ASAyê kir: 20 kuştî û bi dehan birîndar
    DAIŞê derbeyên giran li ASAYê xistin: 10 kuştî û gelek birîndar
    ASAyê şervanên YPGê yên dîl girtî radestî Tirkiyeyê kir
    Etîketan:
    PEVÇÛN, ŞER, ASA, Artêşa Tirkiyeyê, DAIŞ, Taha ARTAC, Mezra, Qebtan, Turkmenberah, Dabiq, Bab, Sûriye, Heleb, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de