19:11 22 Çile 2018
Zindî
    Colemêrg - kayum - rageşî - pevçûn

    Qeyûmê Şaredariya Colemêrgê kilît li deriyê mizgeftê xist

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Celomêrgê qeyûmê ku ji bo Şaredariya Colemêrgê hatibû tayin kirin, deriyê mizgefta li bin avahiya şaredariyê girt.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên ajansa DÎHAyê qeyûmê ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ve bi biryarnameyên di hikmê yasayê (KHK) de ji bo Şaredariya Colemêrgê hatibû tayin kirin, deriyê mizgefta li bin avahiya şarederiyê kilît kir.

    Hat diyar kirin ku gel û dikandarên li derdora şaredariyê li wê mizgeftê îbadetên xwe yên olî dikirin û dikandarên wê derdorê ji qeyûm ê bi navê Cuneyt Epcîm xwestin ku deriyê mizgeftê veke. Qeyûm ê ku bersiv da dikandar û gelê wê derdorê, ji wan re got "ger ku hûn berpirsyariya parastin a mizgeftê bigirin ser xwe, em ê vekin."

    Her wiha hat hîn bûn ku derdora şaredariyê ji aliyê polîs û leşkeran ve bi tomayan û wesayîtên zirxî hatiye dorpêç kirin û gelê Colemêrgê ji bo karen xwe yên fermî nikarin biçin şaredariyê.

    Tê zanîn ku Hikumeta AKPê ya Tirkiyeyê di 11ê Îlona 2016a de şaredariya bajarê Colemêrgê jî di nav de ji bo 28 şaredaran qeyûm tayin kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Balafirên şer ên tirk li Colemêrg operasyon pêk anîtin
    Şirnex û Colemêrg wekî bajar dimînin
    Colemêrgî: Heke ku Colemêrg bibe navçe em ê biçin Herêma Kurdistanê
    Colemêrg bû "Herêma Ewlekarî ya Taybet"
    Di navbera Colemêrg û Çelê pevçûn derket
    Etîketan:
    kilît kirin, derî, mizgeft, Biryarnameyên di hikmê yasayê de, Hikumeta AKPê ya Tirkiyeyê, Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê, Şarederiya Bajarê Colemêrgê, Cuneyt Epcim, Tirkiye, Colemêrg
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de