08:12 23 Gulan 2018
    Operasyon

    Tirkiye, li Dêrsimê operasyoneke berfireh pêk tîne

    © Foto : AA/ FATMA ÇIRAY
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Artêşa Tirkiyeyê, li Dêrsimê li hemberî şervanên PKKê dest bi oparasyoneke berfireh kir. Balafirên şerî û helîkopteran jî herêmê bombebaran dikin.

    Dêrsim — Hat ragihandin ku bi hezaran leşker û tîmên taybet ên Artêşa Tirkiyeyê li navçeyên Pilemorî, Çemîşgezek û Pilûrê yên Dêrsimê dest bi operasyoneke berfireh kiriye.

    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, operasyon her zêde li Geliyê Demenan, Kutu û Elîboxazî tê meşandin.

    Herwiha rêya Erzîngan û Dêrsimê jî ji ber operasyonê hatiye girtin û li devera Elîboxazî pevçûnên dijwar berdewam dikin.

    Çavkaniyên ewlekariya Tirkiyeyê ragehand, operasyon bi armanca têkbirina amadekariyên zivistanê yên PKKê tê kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Dêrsimê 31 herêm ji bo 6 mehan hatin qedexekirin
    Li Dêrsimê şer derket rê ji çûnûhatinê re hate girtin
    Li Dêrsimê şer û pevçûn
    Li Dêrsimê 419 karmend û mamosta vegeriyan ser kare xwe
    Li Dêrsimê 31 herêm wek 'herêma ewlehiyê' hat ragihandin
    Li Dêrsimê 418 mamoste ji kar hatin dûrxistin
    Etîketan:
    operasyon, şer, PKK, Artêşa Tirkiye, Erzîngan, Elîboxazî, kutu, Geliyê Demenan, Pilûr, Çemîşgezek, Pilemorî, Dêrsim, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de