02:47 19 Çile 2018
Zindî
    Mûsil

    ‘Tirkiye nikare di operasyona rizgarkirina Mûsilê de daxwazên xwe lêferz bike'

    © AP Photo/ Bram Janssen
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Ferid Demirel
    0 0 0

    Serkonsolê berê yê Tirkiyê li Hewlêrê Aydin Selcen derbarê operasyona rizgarkirina Mûsilê diyarkir ku, Tirkiye di mijara beşdariya hêzên operasyonê de nikare daxwazên xwe lêferz bike. Selcen derbarê rewşa li dû operasyonê de jî dibêje ku zehmete wêneyeke bê xêzkirin.

    Navenda Nûçeyan — Piştî daxuyaniyên derbarê dema destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê de, di navbera Tirkiyê û Iraqê de krîza hebûna leşkerên tirk ên li Iraqê rû da. Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Abadî di dawiya meha Îlonê de daxwaza vekişandina leşkerên tirk ji xaka Iraqê kir, him Wezareta Karê Derve ya Iraqê û him jî Parlamena Iraqê derbarê vê de daxuyanî dan. Di vê navberê de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo televizyona Dubai Rotanayê axivî û got: "Musul a musiliyan e. Telafer a Telaferiyan e. Mafê ti kesî nîne ku werin bikevin vir. Piştî rizgarkirina Mûsilê ji DAIŞê jî, divê li vir tenê erebên süne, turkmen û kurdên süne bimînin". Ev gotinên Erdogan jî bû sedem ku krîza di navbera her du dewletan de kûrtir bibe.

    'EM DIKARIN PÊŞKETINÊN LI IRAQÊ DI SÊ DEMAN DE BIGIRIN DEST'

    Rewşa ku beriya destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê Serkonsolosê berê yê Tirkiyê li Hewlêrê Aydin Selcen ji bo Sputnik Kurdistanê nirxand. Aydin Selcen pêşketinên li Iraqê di sê deman de digire dest. Li gorî nêrîna wî ev dem wiha ne: Iraq a piştî 1991ê, Iraq a piştî 2003ê û Iraq a piştî derketina DAIŞê û bidestxistina Mûsilê. Selcen ê ku dibêje "Hikûmeta Iraqê ne di rewşeke wisa de ye ku ji Bexdayê nikare serweriyê li ser tevahiya xaka Iraqê bike" û bibîr dixe ku sînorên di navbera her du welatan de, bi Peymana Enqereyê ya sala 1926an de hatine diyarkirin. Selcen dinirxîne ku wê Tirkiye weke hemû welatên herêmê û hêzên kureyî berjewendiyên xwe yên ewlekariya netewî derxe pêş lê divê ev rewş û xeyalên polîtîkaya derve hên romantik tevlihev nebin. Selcen dibêje ku divê pirsgirêk bi awayekî xwînsar û bi rêya dîplomatîk were çareserkirin.

    ‘LI HEMBERÎ DAIŞÊ DI BAJAREKÎ WISA MEZIN DE OPERASYONEKE BI VÎ AWAYÎ ÇÊNEBÛYE'

    Selcen ê ku di navbera salên 2003ê û 2013an de derbarê Iraqê de wezîfeyên taybet hilgirtiye ji bo operasyoneke ihtimal a Mûsilê dibêje ku "Li hemberî DAIŞê di bajarekî wisa mezin de operasyoneke bi vî awayî çênebûye". Li gorî Selcen wê operasyona rizgarkirinê demdirêj be û ji ber wê jî ji her du aliyan wê windahiyên zêde çêbibin. Herwiha diyar dike ku dibe tehdîtên neliberçavan derkevin û wiha berdewam dike: "Ez pêşbînî nakim ku rasterast Artêşa tirk beşdarî operasyonê bibe. Li gorî feraseta min, ez ne bawerim ku fêdeyeke siyasî yan jî leşkerî ji bo Tirkiyê derxe holê." Herwiha dibêje ku Tirkiye di mijara beşdariya hêzên operasyonê de nikare daxwazên xwe lêferz bike.

    ‘EV DER WEKE BERMAHIYÊN OSMANIYAN TÊN DÎTİN'

    Derbarê sedema girîngiya Mûsilê ji bo Tirkiyê Aydin Selcen polîtîkaya Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu bibîr dike û wiha dibêje: "Em dibînîn ku di dema Ahmet Davutoğlu de di bin navê kurahiya stratejîk de li vir weke bermahiyên Împaratoriya Osmaniyan, bi taybetî ji hêla etnîkî ve Tirkmenan, ji hêza mezhebî jî suneyan, erebên sene derdixin pêş. Ez dibînîm ku weke navendên şaristanî û aboriyê, piştî pevçûnên li Iraqê û Sûriyê zêde bû, Mûsil û Heleb derketin pêş, siyaseteke wisa tê meşandin ku divê Tirkiye li van deran bibe xwedî gotin."

    ‘DIVÊ TIRKIYE BI KURDAN RE TÊKILIYÊ DEYNE'

    Li hemberî vê rewşê Selcen diyar dike ku weke çawa bi kurdên Herêma Kurdistanê re têkiliyên wê hene, divê bi kurdên Tirkiyê, Sûriyê û Îranê re jî têkiliyên di çarçoveya bejewandiyan de û aştiyane dîne.

    Derbarê piştî bidawîhatina operasyona rizgarkirina Mûsilê de Aydin Selcen dibêje ku zehmete wêneyek bê xêzkirin û herwiha hêzên kurewî jî di vê mijarê de bişik in. Selcen dibêje ku DAIŞ li Iraqê derketiye holê û bingeheke wê heye û wiha berdewam dike: "Ev fenomen gelo dibe ku weke tehdîta terorê ye kurewî ji holê bê rakirin? Her çiqas ku hedefa kontrolkirina xakekê û rêvebiriyê ji holê rabe jî, weke berê, li Mûsilê bi taybetî weke hêzeke sîtav dikare hebûna xwe berdewam bike? Hemû şêweya ku ‘têxwestin' ragihînin jî, gelê Mûsilê wê di kîjan şert û mercan de qebûl bikin ku careke din têkevin bin rêvebiriya Bexdayê? Ev hemû pirsên wisa ne ku bersivdayina wan gelekî zehmet in."

    Bi heman mijarî:

    Parlamentoya Iraqê: "Bila Balyozê Tirkiyeyê were dersînorkirin"
    Çavuşoglu: ‘Daxuyaniya Iraqê ya Başîkayê mabestek baş nîne'
    Wezareta Karên Derve ya Iraqê bangî Balyozê Tirkiye yê li Bexdayê kir
    Fermandarê Amerîkayî: Hebûna leşkerên Tirk li Iraqê derqanûnî ye
    Ebadî: Bila leşkerên tirk ji Iraqê derkevin
    Etîketan:
    sune, tirkmen, kurd, operasyona rizgarkirina Mûsilê, Împaratoriya Osmaniyan, Peymana Enqereyê, Parlamena Iraqê, Sputnik Kurdistan, DAIŞ, Aydin Selcen, Ahmed Davutoglu, Recep Tayyip Erdogan, Heyder Ebadî, Dubai, Telafer, Sûriye, Heleb, Bexda, Mûsil, Tirkiye, Iraq, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de