21:50 25 Gulan 2018
PJAK

PJAK: Gerîlayên me bi komployeke pasdar û caşan şehîd bûne

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Baskê leşkerî yê PJAKê, Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ragihand ku li navçeya Selasê ya Bawecana Kirmanşanê tîmeke gerîlayên wan di encama komployeke pasdarên Îranê û caşên herêmî de şehîd bûne.

Navenda Nûçeyan — Fermandariya YRKê daxuyaniyek weşand û tê de ragihand, "roja 4ê Cotmehê komek ji gerîlayên YRKê bi rêya komployeke pasdar û cehşên heremî li navçeya Selasê ya Bawecaniya parêzgeha Kirmanşanê şehîd bûne."

Herwiha YRKê hûrgilî derbarê bûyerê de nedan û ragihand ku dê agahiyên berfireh di rojên di pêş de bên parvekirin.

Ji aliyê din ve, duh Fermandarê Hêzên Bejayî yê Artêşa Pasdaran Mihemed Pakpûr eşkere kir ku "komeke 12 kesî ya çekdaran xwest têkeve nav axa Îranê lê bi hevkariya hêzên xwecihî hatin kuştin."

Bi heman mijarî:

PJAK îdiayên ku Amerîka û Erebîstana Siûdî pere û çek daye wan derewand
PJAK: Em berdewamiya xebatên şehîd Dr. Qasimlo ne
PJAK û Pasdarên Îranê pevçûn: 3 Pasdar htin kuştin
PJAK: ‘Tirkiyayê 3 gerîlayên me kuştin’
Girtiyên PKKê û PJAKê dest bi greva birçîbûnê dikin
Îran: 5 endamên PJAKê hatin kuştin
Etîketan:
caş, Pasdar, Artêşa Îranê, YRK, PJAK, Mihemed Pakpûr, Bawecanî, Selas, Kirmanşan, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de