08:59 26 Gulan 2018
Hêzên HPGê - kontrola rê -

Dîmenên leşkerên ku di destên PKKê de ne hatin belavkirin

© Foto: M. Tv
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Du leşkerên ku ji hêla endamên PKKê ve hatibûn revandin axivîn û gotin ku rewşa wan baş e. Her du leşkeran daxwaza sekna şer kirin.

Navenda Nûçeyan — Di 21ê Îlonê de wesayita çawişên pispor ên bi navê Umit Gicir û Mevlut Kahveci, li ser rêya Çelê û Colemêrgê ji hêla endamên PKKê ve hate sekinandin û her du leşker tevlî kesekî din hatin revandin. Piştî revandina van kesan, ANFê dîmen û wêneyên wan belav kir. Li gorî nûçeya ANFê her du leşker li ciyekî ne ku jê re Navenda Sepandin a HPGê tê gotin.

Di videoya ku hatiye belavkirin de her du çawişên pispor Umit Gicir û Mevlut Kahveci pêşiyê behsa rewşa xwe dikin. Gicir û Kahveci dibêjin ku ew baş in û ji malbatên xwe dixwazin ku meraqa wan nekin. Herwiha leşker diyar dikin ku roja hatine revandin wan gotiye dibe bên kuştin û bang li siyasetmedaran dikin. Gicir û Kahveci dibêjin ku "Bila ev şer bidawî bibe, êdî xwîn neherike" ji malbatên xwe re dibêjin ber bi parlamenê ve bimeşin, biçin bi rayedar û Serokomar re hevdîtinan bikin.

Bi heman mijarî:

Li Colemêrgê 2 çawişên pispor hatin revandin
Fermandarê Giştî yê Cendermeyan: Li Çelê şerê man û nemanê tê dayin
Çawîşê birîndar yê li Çelê jiyana xwe ji dest da
Li herêma Çelê operasyona hêza hewayî
HPG: Li Çelê gelek leşker hatin kuştin, şer berdewam e
Etîketan:
çawişên pispor, dîmen, revandin, leşker, Artêşa tirk, ANF, PKK, Mevlet Kahveci, Umit Gicir, Çelê, Colemêrg
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de