12:26 27 Gulan 2018
Orhan Miroglu

Parlamenterê AKPê: "Divê Asli Erdogan negirtî were darizandin"

© Foto : AA/ Ahmet İzgi
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Parlamenterê AKPê yê Mêrdînê Orhan Miroglu ragihand ku ez dixwazim nivîskar Asli Erdogan negirtî were darizandin, divê ji bo nivîskarên din jî ev tişt wiha be.

Enqere — Parlamenterê AKPê yê Mêrdînê Orhan Miroglu di axaftina xwe ya parlamentoyê de ragihand ku ez dixwazim nivîskar Asli Erdogan negirtî were darizandin, divê ev ji bo hemû nivîskaran ev wiha, lewma ez jî nivîskar im. Sucê wan çi dibe bila bibe divê hemû nivîskar negirtî werin darizandin.

ÊDÎ EM DITIRSIN

Li gorî nûçeya Hulya Karabagliya rojnameya Gazete Duvarê parlamenter Orhan Miroglu di axaftina xwe de got: "Lê di heman demê de ez Asli Erdogan rexne jî dikim. Hûn nikarin di rojnameyeke wiha de nivîskariyê bikin, lewra ez 5 nûshayên rojnameyê bînim parlamentoyê ez bawerim ji sedî 80-90ê we dê bitirsin ku rojnameyê bixwînin. Di heman demê de li bernameyên televîzyonan jî temaşe bikin. Ez bi xwe ditirim, êdî hew temaşe dikim."

Miroglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ez wekî kesekî ku bi vê mijarê re eleqedar dixwazim fêr bibim, ‘Qendil çi difikire, dixwaze çi bike?' êdî em ditirsin. Bawer bikin ev tiştên ku ez dibêjim ne hestên şexsî ne û ne bi armanca propagandayê ye jî."

Bi heman mijarî:

Serokê MÎTê yê berê: Orhan Miroglu endamê JITEMê bû!
Miroglu: ‘Bila Amerîka ji bo avakirina dewleta kurdî alîkariyê nede kurdan’
Miroglu: ‘Divê hesasiyeta hêzên ewlehiyê were pîrozkirin'
Miroglu: ‘HDP ji bo dijayetiya Siltan wê berdêlê bide'
Orhan Miroglu hat îxrackirin
Etîketan:
Li Tirkiyeyê darizandina rojnamevanan, Rojnameya Gazete Duvar, Parlamenterê AKPê yê Mêrdînê, Asli Erdogan, Orhan Miroglu, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de