09:07 21 Nîsan 2018
    Bînalî Yildirim

    Yildirim: "Hêza Tirkiyeyê wê li Iraqê bimîne"

    © AP Photo / Eckehard Schulz
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim derheqe krîza Baregeha Başîqayê de got: "Niha li Iraqê hêza 63 welatan heye û tenê helwest girtin li hemberî Artêşa Tirkiyeyê niyetek xerab e.

    Navenda Nûçeyan — Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim derheqe krîza Baregeha Başîqayê de got: "Niha li Iraqê hêza 63 welatan heye û tenê helwest girtin li hemberî Artêşa Tirkiyeyê niyetek xerab e. Hebûna Tirkiyeyê wê li herêmê bidome.

    BEXDA ÇI DIBÊJE BILA BÊJE…

    Binali Yildirim di berdewamiya axaftina xwe ya li Navenda Giştî ya TOBBê di civîna Şuraya Pîşesazî û Bazirganî ya 9emîn de got: "Dirêjahiya sînorê me û Iraqê zêdetirî 350 kîlometroyî ye û ji 35 salan û vir ve rêxistineke ku sere welatê me diêşîne li wir e, hikumeta Iraqê ji bo wan tu bergiriyên ewlehî nagire, wekî din hêza 63 dewletên cihanê bi navê tekoşîna rêxistina terorîst a DAIŞê li ser axa Iraqê ye ji me re dibêjin ji vir derkevin. Tu niyeta vê daxwazê ya pak tuneye."

    Yildirim di dirêjiya axaftina xwe de got: "Hikumeta Iraqê û Bexda çi dibêje bila bêje, Ji bo tekoşîna rêxistina terorîst a DAIŞê û bi zorê neguherandina demografik a herêmê wê hebûna Artêşa Tirkiyeyê bidome. Armanca li herêmê zêdetir dramên însanî bes bibin û rijandina xwînê bi dawî bibe."

    Bi heman mijarî:

    Dest danîn ser pasaportên rojnameger Yildirim û Başlangiç
    CHPê ji Yildirim pirs kir: "Çima Tirkiye tevlî aloziya Sûriyeyê dibe"
    Yildirim: "Tirkiye, li gorî cihanê di ekonomiye de duqat mezintir bû"
    Yildirim: "Yên ku xwestin zextê li Tirkiyeyê bikin, dersa xwe standin"
    Yildirim: Kiliçdaroglu ji siyaseta derbarê Lozanê de tiştekî bidest naxe
    Etîketan:
    Hebûna Artêşa Tirk li Baregeha Başîqayê, Şuraya Pîşesazî û Bazirganî ya 9emîn, Navenda Giştî ya TOBBê, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Binali Yildirim, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de