18:32 27 Gulan 2018
Cenazeya Ebû Leyla

Akademiya leşkerî ya Bavê Leyla li Minbicê hat damezirandin

© Foto: anha
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Yekem akademiya perwerdehiya leşkerî li bajarê Minbicê yê ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi pêşengiya YPGê ji destê DAIŞê rizgar kiribû hat vekirin û navê Fermandarê Kurd Feysel Ebû Leyla lê hat kirin.

Navenda Nûçeyan -Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku ji ber fedakariyên ku Feysel Ebû Leyla di şerê rizgarkirina bajarî de dane, wan biryar da ku akademiyê li ser navê wî vekin.

Herwiha di vê akademiya leşkerî de 250 fêrî taktîkên leşkerî û bikaranîna çekan bûn û beşekî din ên perwerdehiya zanista siyasî jî heye.

Şervan Derwîş bi vê boneyê wiha axivî: "Bi vê boneyê dikarin ji zarok û ciwanên Minbicê re teqez bikim ku şervanên nû hatine perwerdekirin û di demeke nêz de dê biçin eniyên şerî."

 

Bi heman mijarî:

Wenasazê navdar ê Portekîzî Ebû Leyla xêz kir
Cenazeyên fermandar Ebû Leyla û Harûn Kobanî gihişt goristanê
Amerîka piştî kuştina Ebû Leyla peyameke sersaxiyê weşand.
Amerîka: Minbic berî DAIŞê ya kê bû, piştî wê jî dê ya wan be
'YPGê Minbic radestî Meclîsa Leşkerî kir'
Minbic - 14 DAIŞî hatin kuştin
Etîketan:
akademî, Ebû Leyla, Bavê Leyla, Şervan Derwîş, Sûriye, Minbic
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de