09:08 26 Gulan 2018
Waliyê  Mûsilê yê berê Esîl Nicêfî

Serokê Sunniyan: Ger ku PKK beşdarê operasyonê bibe em ê jî beşdar bibin

© Foto
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Parêzgerê Berê yê Mûsilê û Serokê Hêza Heşdî Wetanî ya Sunnî Esîl el-Nûceyfî got ger ku komên milîs ên Şîa û PKK beşdarî operasyone Mûsilê bibe, em ê jî beşdar bibin.

Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên Rûdawê Nûceyfî di derbarê beşdarbûna operasyon a Mûsilê de got "'ger ku Heşdî Şebî û PKK dikarin beşdar bibin, em ê jî beşdar bibin."

Esîl el-Nûceyfî ji bo nîqaşa derketin a Artêşa Tirk ji Iraqê jî got "em dixwazin Artêşa Tirk li Iraqê be. Ev pêwîst e, ji ber ku ew Heşdî Wetanî perwerde dike."

Tê zanîn ku hebûna leşkerên Tirk a li Iraqê ev bi qasî hefteyekê ye di navbera Iraq û Tirkiyeyê de bûye sedema qeyranê. Herî dawiyê Parlamena Iraqê biryar girtibû ku bila leşkerên Tirk ji nav axa Iraqê derkevin û leşkerên Tirk wek ‘dagirker' pênase kiribû.

Bi heman mijarî:

Parêzgarê Nînewayê yê berê: Dibe şerê Mûsilê, Iraqê dabeş bike
Parêzgarê Hesekê ji YPGê re: Vegerin maseyê
Parêzgarê Lazqiyeyê: 'Gelê Sûriyayê ji baregehên leşkerî yên Rûsyayê razî ne'
Parêzgarê Musilê wê here pêş dadgehê
Etîketan:
beşdarbûn, operasyon, Heşdî Şebî, Heşdî Wetanî, PKK, Artêşa Tirk, Rûdaw, Esîl Nûcefî, Mûsil, Tirkiye, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de