10:44 26 Gulan 2018
Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş

Kurtulmuş: Gelo gava Mûsil hat dagirkirin, Iraq li kû bû?

© Foto : DHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş derbarê daxuyaniya Iraqê de wiha got, "ev daxuyaniya Iraqê b, ti awayî ji aliyê Tirkiyeyê ve nayê pejirandin. Hebûna Tirkiyeyê li Başîqayê, ne hebûneke wiha ye ku wê derê dagir bike. Gelo birêveberiya Iraqê li kû bû, gava DAIŞê Mûsil dagir kir, li kû bû gava DAIŞê di rojekê de Reqqa dagir kir".

Navenda Nûçeyan - Kurtulmuş di serdana xwe bo bajarê Orduyê yê Tirkiyeyê de bersiva pirsyarên rojnamevanan da.

Rayedarê tirk derbarê daxuyaniyên Iraqê li dijî hebûna leşkerên Tirkiyeyê li Başîqayê wiha axivî: ""Vê daxuyaniya Iraqê b, ti awayî ji aliyê Tirkiyeyê ve nayê pejirandin. Hebûna Tirkiyeyê li Başîqayê, ne hebûneke wiha ye ku wê derê dagir bike. Eger rayedarên birêveberiya Iraqê dê bertekekê nîşan bidin, gelo li kû bûn, gava DAIŞê Mûsil dagir kir, li kû bûn gava DAIŞê di rojekê de Reqqa dagir kir. Hebûna Tirkiyeyê li Başîqayê li ser daxwaza hêzên herêmî pêk hatiye."

"ÇI KARÊ AMERÎKAYÊ LI IRAQÊ HEYE?"

Herwiha Kurtulmuş diyar kir ku ew ji bo alîkariya Mûsilê li wê derê ne û wiha dewam kir: "(Artêşa Tirkiyeyê) li ser daxwaz û banga Birêveberiya Navendî ya Bakurê Iraqê li wê derê ye. Lewra em bi ti awayî vê daxuyaniya fermî ya Iraqê qebûl nakin".

Ji aliyê din ve, rayedarê tirk li ser daxuyaniya Amerîkayê jî wiha got: "Em ê wiha bihesibînin wek ku ev daxuyanî nehatiye kirin. Eger pêwîst be, mirov daxuyaniyekê li ser wê daxuyaniyê bide, nexwe divê em bipirsin bê çi karê Amerîkayê li wir heye".

 

 

 

Bi heman mijarî:

Iraq ji Erdogan re got: Destê xwe ji Mûsilê bikşîne
Iraq: Bila Tirkiye wek dagirker bê hesibandin
Serokwezîrê Tirkiyeyê: Çavkaniya terorê li Iraq û Sûriyeyê ye
Tezkereya Iraq û Sûriyeyê çû parlamentoyê
Iraq: Em qebûl nakin ku Tirkiye xaka Iraqê bikar bîne
CIA: Dibe Sûriye û Iraq perçe bibin
Etîketan:
Numan Kurtulmuş, Mûsil, Başîqa, Amerîka, Tirkiye, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de